'Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin'

Bi dirûşma "Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin" Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs ji bo hezkirina perwerdeyê û pêşxistina hişmendiyê li ba zarokan çêkin çalakiyên cuda ji zarokên navçeyê re li dar xistin.

8 cotmeh, 2018   11:35

QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîs îro li dibistana Ehmed Silêman dest bi çalakiyên xwe ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan kir. Her wiha ji bo piştgiriya bi zarokan re da ku afirîneriyên xwe yên cuda pêk bînin.

Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê ku hewl dide rewşa çandî li herêmê bi pêş bixe û afirîneriya zarokan bi pêş bixe çalakiyên xwe li dar dixe.

Di çalakiyan de endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemisê Simko Cûdî xêrhatina hemû malbatên zarokan kir û wiha got: "Di çarçoveya hemleya pêşxistina hişmendiyê ya di bin dirûşma 'Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin' de em van çalakî û şahiyan ji zarokan re li dar dixin da ku hezkirina wan ji perwerdeyê û xwepêşxistinê re zêde bibe."

Cûdî ji bo ev çalakiyên wan li gorî dilê zarokan bin, hêviyên xwe anîn ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bê perwerde em nikarin nifşekî zana xwedî fikra neteweya demokratîk ava bikin."

Piştre Koma Şehîd Ezîz Ereb a şanoyê şanoyeke xwe ya bi navê "Serfirazî ji bo welat" pêşkêş kir. Di çalakiyê de her wiha zarokê bi navê Ela El-Mihemed helbesteke xwe bi navê "Firoşkarê Axaftinan" ji beşdaran re xwend. Her wiha zaroka bi navê Lemya Hisên jî helbesteke bi navê "Dayik" ji beşdaran re xwend.

Di çalakiyê de Koma Şehîd Hêvî ya şanoyê şanoyeke xwe ya bi navê "Efrîn" pêşkêş kir. Beşdaran her wiha pankartên bi nivîsên "Perwerde ji mafê zarokên Efrînê ye" bilind kirin. Her wiha koma El-Esalê dîlanên folklorîk pêşkêş kirin û koma El-Enwar a şanoyê jî şanoyeke xwe ya bi navê "Emîra Razayî" pêşkêş kir.

Di dawiya çalakiyan de beşdaran xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî û folklorîk gerandin. Tê payîn ku Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê van çalakiyên xwe li seranserî navçeyê berdewam bike.

ANHA