Li Îranê û Rojhilat greva giştî

Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê dikandar û bazirganan li dijî krîza aborî greva giştî da destpêkirin.

Li Îranê û Rojhilat greva giştî
8 cotmeh, 2018   12:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku DYA'yê bi yek alî ji peymana enerjiya nukleer a Îranê vekişiya û li ser Îranê biryara guşarên aborî hate standin, krîza aborî dest pê kir. Zêdebûna nirxê dolarê yê li bara pereyên Îranê bandoreke neyînî li ser bazirganî û jiyanê dike. Beriya çendekê bazirgan û dikandarên Rojhilat û Îranê gotibûn heke rewşa aborî wiha biçe ew ê grevê bikin. Îro piştî ku dolar dîsa zêde bû û ji ber ku rejîma Îranê guh neda daxwazên bazirgan û dikandaran greva giştî da destpêkirin. Li Îran û Rojhilat li 31 bajaran bazirgan û dikandaran derabeyên xwe anîn xwarê û greva giştî da destpêkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yê Tehranê li rojhilat, rojava, başûr û navendê, Belûcistan û eyaletên din ev bajar tev lê bûn: Abadan, Geneva, Esfahan Rafsancan, Mugan, Zahîyadan, Kirman, Benderî Tirkmen, Tebrîz, Erak, Meşhed, Boroczan, Zencan, Çabahar.

Hate gotin herî zêde li bazarên mezin ên Tehranê bazirgan û dikandaran bala xwe da grevê. Hate gotin li Bazara Mezin a Tehranê, Bazara Zêrkeran, Sîrûz, Seterxan, Kirêkar, Bazara Rojava bazirgan û dikandaran dest bi grevê kir.

Rojhilatê Kurdistanê jî tev lê bû

Li Seqiz, Merîwan, Bane, Dêgulan û Kamyaran, Kirmaşan, Urmiye, Serdeşt, Pîranşar, Mîyanduaw jî dikandar û bazirgan dest bi grevê kir.

Her wiha hate gotin hêzên dewletê ji bo ku li bajarên Rojhilat grevê bişikînin, hewl didin. Hêzên dewletê li dikandar û bazirganên mezintirîn bazara Sineyê ya Fîrdewsê geriyan û xwestin kargeh bên vekirin û gef li wan xwarin ku heke derabeyên xwe venekin dê cam û derabeyên wan bişikînin. Heta niha li gel gefan jî kesî bi paş ve gav neavêtiye.