Hêzên rêjîma Sûriyeyê agirbesta Rûsya-Tirkiyeyê binpê dikin

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê binpê dike.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê agirbesta Rûsya-Tirkiyeyê binpê dikin
8 cotmeh, 2018   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rêjîma Sûriyeyê agirbesta di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku li herêmên Heleb, Hema, Idlib û Laziqiye pêk tê, binpê dike.

Navendê diyar kir ku di şeva Yekşemê de li gundewarên bakurê Hemayê Til Osman, El-Bane û eniyên herêmam El-Sermaniye ya Sehil El-Xab û cihin ji gundewarên bakurê Laziqiye ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hatin topbarankirin. Li gorî hate gotin tu zerarên mirovî di encama topbaranê de çênebûn. Hêzên rêjîma Sûriyeyê ne tenê lihevkirina Rûsya û Tirkyeyê binpê dike, lê belê bajarok û gundewarên herêma bêçek a ku li wê derê di navabera Pûtîn û Erdogan de lihevkirin hate kirin, dike hedef.

Girêdayî mijarê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê maşîneyên xwe ji herêma bêçek ber bi baregehên xwe yên leşkerî û navendên xwe yên li Cebel El-Zawiye û herêmên sînor bi Lîwa Iskenderonê ve dibin.

Navenda çavdêriyê destnîşan kir ku gundewarên bakurê Hemayê yên di nava herêma bêçek de ji çekên giran vala bûye da ku pîvanên lihevkirinê li herêma bêçek pêk were. Navendê destnîşan kir ku li aliyê gundewarên bakurê Hemayê mîna Mork, El-Zekat, El-Letamne û Lehaya tu çekên giran nayên dîtin.

Her wiha komên çete li gundewarên rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê û li herêma bêçek operasyonên vekişandina çekên giran ji herêmê didome. Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku komên çete çekên giran bi awayekî veşartî û dûrî çapemeniyê vedikişîne.

Çete piştî civînên di navbera îstixbaratên Tirkiye û komên çete yên li Idlibê de û ji wan Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê), çekên giran ji herêmê dikişînin.

(bx)