Rêveberiya Çandiniyê biryarnameyek weşand

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê îro der barê şopandina depoyên bazirganan û keşfên mehane de biyarnameyek derxist da ku tovên genim ên xirabûyî nefiroşin.

Rêveberiya Çandiniyê biryarnameyek weşand
8 cotmeh, 2018   09:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê bang li aliyên pewyendîdar kir ku heke kes ne li gorî biryarnameyê tev bigirin, agahiyê bidin wan.

Di biryarnameyê de ev tişt hate gotin:

"Ji bo hemû komîteyên çandiniyê yên herêm û navçeyên Cizîrê, ji bo parastina tovên genim ên 2019 – 2020`an û ji bo berhemên cotkaran bi bin nekevin, pêwîst e hûn zanibin ku hemû cureyên tovên genim ne xirabûyê ne, pêwîst e rêjeya tovên ku ji aliyê bazirganan ve tên firotin, gelo ji bo çandiniyê tên bikaranîn were diyarkirin, şopandina depoyên bazirganiyan û keşfên mehane werin kirin da ku tovên genim ên xirabûyî nefiroşin cotkaran."

Heke bazirgan vê biryarnameyê qebûl nekin an jî tovên xirabûyî û nebaş hatin dîtin, pêwîst e agahiyê bidin aliyên pêwendîdar (Asayîş) da ku hesab ji wan were xwestin."

(bx)

ANHA