Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Cuma (Siyamend Kobanê) re xwest.

Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
Welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Siyamend re xwest
8 cotmeh, 2018   09:55

KOBANÊ

Welatiyan Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê YPG`ê Siyamend Kobanê (Mehmûd Cuma) re xwest ku di 28`ê Îlona 2018’an de di şerê pêngava Bagara Cizîrê de gihaşt şehadetê.

Kona sersaxiyê li Taxa Şehîd Kawa ya bajarê Kobanê hate vedan.

Merasîma sersaxiyê bi amedebûna endamên saziyan û hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim hate liderxistin.

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Memûd Nûh sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Şehîd ew in ku şeref û rûmeta gelê xwe diparêzin û bi saya xwîna wan şehîdan em niha li ser vê axê dijîn û heta dawiyê em ê şopdarên rêya şehîdan bin.”

Her wiha li ser navê malbata şehîd, Mihemed Remedan Cuma xêrhatina mêvanên hazir kir û wiha got: “Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e û em ne malbata yekemîn in ku şehîdan didin.”

Konê sersaxiyê heta saetên êvarê dê vekirî be.

(hk)

ANHA