Hejmara qurbaniyên erdheja Sûlawesiyê zêde dibe

Hejmara qurbaniyên erdhej û tsunamiya li girava Sûlawesî ya Endonezyayê gihaşt derdora 2 hezarî.

Hejmara qurbaniyên erdheja Sûlawesiyê zêde dibe
8 cotmeh, 2018   09:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Reyadarên herêmî ên Endonezyayê roja duşemê ragihand ku di encama erdhej û tsunamiyê de ku hefteya borî li girava Sûlawesî ya Endonezyayê çêbûye, hejmara qurbaniyan gihaşt derdora 2 hezarî. Guman heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Berdevkê artêşa Endonezyayê Mihemed Tohîr got heta niha hezar û 944 cenaze li bajarê Balo û derdora wê hatine dîtin.

Tohîr ji AFP’ê re ragihand ev hejmar dibe ku zêdetir bibe, ji ber ku hîna lêgerîna li cenazeyan nedane rawestandin. Reyadar ditirsin ku 5 hezar kesên windayî dibe ku di bin bermahiyên erdhejê de bin.

(jo)