Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin

Yekitiya Jinên Azad hewl dide bi rêya dewreyên vekirî jinên hemû pêkhateyên Şehbayê perwerde bike û asta wan a fikrî bi pêş bixe.

Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
Jinên Şehbayê ji bo bilindkirina asta xwe ya fikrî dixebitin
8 cotmeh, 2018   09:31

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Piştî rizgarkirina gund û herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê, jinan xwe li herêmê bi rêxistin kir û rola xwe ya pêşeng di zanakirina jinan û birêxistinkirina wan de bi rêya avakirina Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê lîst.

Di 1'ê Cotmehê de dewreya duyemîn a jinên Şehbayê bi navê Dewreya Şehîd Barîn Kobanê bi tevlêbûna 30 jinan ji gundewarên Ehrez, Fafîn, Til Rifat û Ehdas re hate vekirin.

Di dewreyê de waneyên bîrdozî girêdayî girîngiya perwerdeyê, şêwaza xîtabê, civaka xwezayî, civaka zayendî, dîroka jinan, zanista jinan, çand û exlaq, jin û siyaset, neteweya demokratîk, dîroka rojava, şerê taybet, parastina rewa û rexne û xwerexnekirin hatin dayîn.

Jinên ku tev li dewreyê bûne diyar kir ku berê nedizanîn ku dîroka jinan ew qas tijî destkeftin e. Her wiha di dewreyan de têkoşîna jinan li dijî kapîtalîzmê nas kirin û ji wan re diyar bû ku jin bingeha jiyanê ne. Ji aliyekî din ve jinên Şehbayê yên girêdayî fikra îslamê, piştî naskirina van agahiyan, bi nakokiyan re rû bi rû dibin.

Di dewreyê de jin ji bo naskirina hin agahiyên dîtir li ser dîroka xwe bi coş û xwestek beşdarî nîqaşan dibin û nêrînên xwe ji hev re parve dikin.

‘Êdî tiştek li hemberî me nabe asteng’

Nûçegihanên ajansa me rojekê dewreya perwerdê şopand û nêrînên jinên ku beşdarî dewreyê bûn, girtin.

Dayika Neîma Hesen ku ji şêniyên navçeya Fafînê ye, destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Şehbayê û beşdarbûna wê di çalakiyan de jiyana wê hate guhertin. Her wiha destnîşan kir ku ruxmî ku dayika 4 zarokan e lê ew li hemberî pêşxistina wê nebû asteng û bi hevsengiyekê di navbera mal û xebatê de tev li dewreyê dibe.

‘Bi fikra jinên azad em ê civakeke demokratîk ava bikin’

Jina bi navê Emanî El-Abdullah a ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku waneyên ku di dewreyê de dibîne bandoreke zêde lê kiriye û bi taybet waneya dîroka jinan. Her wiha Emanî tekez kir ku piştî naskirina dîroka xwe dikarin xwe zana bikin û civakê bi fikra azad û demokartîk bi pêş bixin.

‘Zîhniyeta mêrdestiyê li ser me hate ferzkirin‘

Ji aliyê xwe ve jina ciwan bi navê Merwa Ibrahîm wiha got: "Ji ber ku em tev li van dewreyan nebûne, zîhniyeta mêrdestiyê li ser me hate ferzkirin. Ev dewre karîn û hêzên me di avakirina civakê de bi me dide nasîn."

Hêjayî bibêrxistinê ye ku Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê di konferansa xwe ya duyemîn de ku di 20'ê Tîrmehê de hatibû lidaxistin, biryar da ku dewreyên vekirî zêde bike. Li ser wê dê dewreyên vekirî heta zanakirina hemû jinan bidomin.

(şx)

ANHA