‘Tecrîda li ser Ocalan projeya aştiyê li herêmê asteng dike’

Jinên navçeya Til Rifet û Fafînê yên kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li pêşiya çareseriyê digire û aştiya herêmê asteng dike.

‘Tecrîda li ser Ocalan projeya aştiyê li herêmê asteng dike’
4 cotmeh, 2018   10:29

ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên jinên kantona Şehbayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, jinên navçeyên Til Rifet û Fafînê yên girêdayî kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi dehan jinên navçeyê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ber Mala Zanist û Perwerdeyê ya jinan a navçeya Fafînê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Fafînê Heyat El-Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji sala 1999`an ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, ji aliyê hikumeta Erdogan ve rastî zextên cuda tê, tevî ku Rêber Ocalan projeya aştiyê pêşkêş kir da ku bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê lê hikumeta Tirkiyeyê êrîşên xwe li ser gel zêde kirin, destwerdana xaka Sûriyeyê kir, sivîl girtin, ew ji xaka wan neçarî koçberiyê kirin, yekser alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike da ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibe.

Her wiha hate destnîşankirin ku kiryarên Tirkiyeyê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de piştî serdana Erdogan ji Almanyayê re tê wateya komploya li dijî projeya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye pêşkêşkirin, bi rêya ku nahêlin parêzer hevdîtînê bi girtiyên siyasî re pêk bînin, hewl didin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bikin, mayîna wî bi tenê hemû rê û çareseriyên ku aloziya herêmê û projeya aştiyê çareser bike, digire.

Jinan di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye hewl dide zextê li îradeya gel bike û bi taybet jin, ji ber ku ew li ser rê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, ji ber ku fikrên wî gihaştine hemû gelan û tevî ku ew di girtîgehê de ye lê belê fikr û felsefeya wî li hemû pêkhateyên Şehbayê belav bû û bawariya wan bi fikr û projeya wî ya aştiyê heye.

Jinan tekez kir ku ew wek jinên kantona Şehbayê bi hemû hêz û îradeya xwe ku ji fikrên Ocalan girtine, dê destekê bidin fikrên wî yên azad da ku li hemû cîhanê belav bibin û di jiyana xwe ya hevbeş de û avakirina civakeke demokratîk li gorî baweriyê pêk bînin, her çi qas dagirkeriya Tirkiyeyê hewl bide nasnameya azad tune bike, lê armancên wê tu carî pêk nayên û heger ne ji rexneyên Ocalan bûya dê tu carî bê deng nemanea û dê bi dehan jinan ku baweriya wan bi fikrên wî tên, xwe neşewitanda.

Her wiha di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê hate dayîn û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê deng nemînin, helwestên xwe diyar bikin û di zûtirîn demê de wî serbest berdin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadiya wî bi dawî bû.

(bx)

ANHA