Rêveberiya Xweser Berhem Salih pîroz kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Berhem Salih ku bû serokkomarê nû yê Iraqê, pîroz kir û da zanîn ku pêwîstiya Iraqê bi kesayetên wekî wî heye ku dikare birînên gelê Iraqê derman bike.

Rêveberiya Xweser Berhem Salih pîroz kir
4 cotmeh, 2018   10:38

GIRÊ SPÎ

Di dengdana duyemîn a li parlamentoya Iraqê de Dr. Berhem Salih bû serokkomarê Iraqê. Der barê mijarê de Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek weşand.

Peyama Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Bi navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em gelê Iraqê li ser hilbijartina serokkomar Dr. Berhem Salih pîroz dikin. Di demekê de ku pêwîstiya Iraqê bi kesayetên ku dikarin birînên iraqiyan derman bikin û rewşa belavbûnê bi dawî bikin, heye û her wiha Iraqeke hevgirtî bi hemû pêkhateyên wê ava bikin. Em bawer in ku Dr. Berhem Salih dê bibe kesayeta rast a van hêviyan û bi vê minasebetê em ji wî û gelê Iraqê re serkeftinê dixwazin."

(jo)

ANHA