Bi wêne û dîmen beşek ji pêşketinên navçeya Eyn Îsa

Di dema rêjîma Baasê de Eyn Îsa hatibû paşguhkirin. Ji ber vê yekê şêniyên navçeyê koçber bûn, her wiha komên çekdar girêdanên civakî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên wê de rûxandin. Lê belê piştî ku navçe hate rizgarkirin, gelek guhertin li ser hemû astên jiyanê pêk hatin.

4 cotmeh, 2018   07:47

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Ji demên berê de girîngiya navçeya Eyn Îsa li gel şêniyên wê heye û eşîran di serdema dagirkeriya Osmanî de herêm xistibûn bin serweriya xwe, ji ber wê girîngiyeke mezin ji aboriya wê re hebû. Li wê derê çandinî û zêdebûna ava kaniya wê ku pê hate binavkirin, heye.

Di salên 1960`î de dema ku komployên leşkerî li Sûriyeyê çêbûn û partiya Baas ku rola eşîran ji wan stand û bi taybet li herêmên rojhilatê Sûriyeyê, herêm hate paşguhkirin. Tevî ku ew herêm hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê bi hev ve dide girêdan û cihê jiyana pêkhateyên Kurd, Ereb û tevahî êlên ereban bû.

Ji sala 2011`an ve ji destpêka aloziya Sûriyeyê şêniyên wê rastî gelek zehmetiyan hatin. Komên çekdar û çeteyên DAIŞ`ê herêm xistin bin serweriya xwe, ji ber wê jî girêdanên civakî, jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên wê de hate hilweşandin û şêniyên wê zêdetirî 5 salan koçber man. Lê ji destpêka ku di sala 2015`an de ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate rizgarkirin, gelek pêşketinên berbiçav li wê derê çêbûn û aramî û ewlehî li herêmê hate peydakirin.

Îro gelek pêşketinên berbiçav li herêmê çêbûne. Aramî û ewlehî li herêmê heye. Xizmetguzarî li herêmê peyda bûye. Gelek pêşketin di aliyê civakî û madî de çêbûne. Bûye cihê dayîna biryarên siyasî û leşkerî. Her wiha ji hemû pêkhateyan re bûye mînaka jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê dîmenên beşek ji jiyana rojane ya neştecihên navçeyê, pêşketinên ku li wê derê çêbûne û şûnwarên wê yên qedîm, kişandin.

(bx)

ANHA