Di erebeya xwe ya biçûk de pîşeya xwe dike

Apê Salih El-Hesen ku 46 salî ye, saetên xirabûyî tamîr dike û yên kevn jî diparêze. Hezkirina apê Salih ji pîşeya wî re her ku diçe zêdetir dibe.

Di erebeya xwe ya biçûk de pîşeya xwe dike
Di erebeya xwe ya biçûk de pîşeya xwe dike
Di erebeya xwe ya biçûk de pîşeya xwe dike
3 cotmeh, 2018   08:33

ESMEHA UMER / TEBQA

Di demekê de ku saetên destan ber bi tunebûnê ve diçin, apê Salih pîşeya xwe ya temîrkirina saetan didomîne û vê pîşeyê wekî beşek ji jiyana xwe dibîne û dibêje: “Lêdana tîrên demjimêrê lêdana dilê min e."

Apê Salih El-Hesen ji bajarê Idlibê ye û bavê 4 zarokan e. Malbata apê Salih ji sala 1970‘yî ve bi mebesta kar berê xwe dide bajarê Tebqayê, her çi qas bavê wî jê dixwest ku xwendina xwe berdewam bike, lê hezkirina wî ya ji pîşeya temîrkirina saetan wî bi aliyê xwe ve dikişîne, ji ber ku wekî pîşeyeke cuda dibîne û divê were parastin.

Cara ewil ku apê Salih saetên destan tamîr dike, sala 2000’î ye. Dema ku temenê wî 15 salî bû, tercubeya yekem bandoreke xurt di hundirê wî de çêkir.

Apê Salih, li ser besteyeke biçûk bi awayekî gerok dixebitî û li kolanên bajarê Tebqayê digeriya. Zivistan û havînan gelek zehmetî dikişandin, ji ber ku besteya wî vekirî dima ku roj û baran lê dide, lê dîsa ku karê xwe didomîne.

Di sala 2011‘an de erebeyeke biçûk dikire û sindoqekê li peş wê datîne da ku wî jî rewşa hewayê biparêze.

Apê Salih ku ev 18 sal e vî karî dike, ferqa di navbera tamîrkirina saetên kevn û yên nûjen de dike û wiha tîne ziman: "Piraniya saetên ku ez temîr dikim markayên çînî ne, zû nayên temîrkirin û divê parçeyên wê hemû were guhertin. Saetên kevn jî ji gelek parçeyan pêk tên, her parçeyek bi tena xwe tê temîrkirin, pêwîst nake hemû were guhertin."

Apê Salih ji saetên sibehê ve erebeya xwe li kolana sûka navendî ya bajarê Tebqayê datîne û pîşeya xwe dike. Li gorî ku dibêje ew rojane 16 saetan kar dike û ne kêmî 5 saetan temîrê dike. Apê Salih diyar dike ku karê wî li beramberî salên berê kêm bûye û dibêje tevî vê yekê dê zarokên xwe fêrî vê pîşeyê bike.

Ji bilî dema nimêje tu dem apê Salih wî ji erebe û alavên pîşeya wî dûr naxe, pişTî nimêja xwe diqedîne yekser li karê xwe vedigere.

Apê Salih El-Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Heger mirina min hat bila di vê erebeyê de be, lê nêzî saetan ji bo yên herî dawî ev saetên min guhdar bikin."

(bb)

ANHA