Cihê vehesîna şêniyên Reqayê; berava çemê Firatê

Devera di navbera Pira Kevn û Pira Nû de ji ber bedewiya xuyanga xwe bûye cihê turîzmê û cihê ku hemû şêniyên Reqayê bêhna xwe lê vedin û ji qerebelixa bajêr dûr dikevin.

Cihê vehesîna şêniyên Reqayê; berava çemê Firatê
Cihê vehesîna şêniyên Reqayê; berava çemê Firatê
Cihê vehesîna şêniyên Reqayê; berava çemê Firatê
Cihê vehesîna şêniyên Reqayê; berava çemê Firatê
3 cotmeh, 2018   08:48

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Di dema serweriya DAIŞ'ê li Reqayê de şêniyan gelek azar û êş ji destê çeteyan kişandin. Çeteyan qanûnên sînordarkirina azadiya şêniyan û bi taybet jinan, li ser welatiyan ferz dikirin. Tevî wê jî derûniya şêniyan ji ber haletên komkujî û birina cezayan bi gelek hincetan xirab bûye.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê di 20'ê Cotmehê de ji hêla QSD’ê ve, tevgera avahîsazî ji nû ve geş bû û gelek dikanên cur bi cur hatin vekirin. Ji bo êş û kederên xwe di dema DAIŞ'ê de ji bîr bikin şênî berê xwe didin devera di navbera Pira Kevn û Pira Nû de û bêhna xwe vedidin.

Girîngiya devera di navbera her du piran de

Ev dever ji girîngtirîn deverên turîzmê yên bajarê Reqayê ye û rojana şênî ji bo vehesînê serdana wê dikin. Li aliyê rastê yê deverê Pira Nû ya nîvgirover heye. Ev pir, çeteyan bi armanca astengkirina pêşketinên QSD'ê teqand. Ji aliyê çepê ve jî Pira Kevn a ku bi zimanê herêmî bi El-Etîq tê naskirin, heye. Ev pir di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di sala 1942'yan de hate avakirin û ew jî hatiye wêrankirin. Niha komîteyên xedemî xebatên restorekirinê dimeşînin.

Rojane bi dehan welatiyên Reqayê berê xwe didin vê deverê û bi rêya wesayîta veguhastina çemî ya bi navê El-Birek diçin û tên.

Ji ber bedewiya xuyanga deverê û bêhna xweş ya ava çemê Firatê şêniyên Reqayê ji bo êş û azarên xwe ji bîr bikin û bêhna xwe vedin, tevî jin û zarok û pêwîstiyên seyranê weke diçin wê deverê.

Çeteyan rûniştina li ber ava çem qedexe kiribû!

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de rûniştina li ber ava çemê Firatê qedexe bû. Her kesek vê qanûnê muxalefe bike dihat girtin û bi awayekî hovane dihat îşkencekirin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Xalid El-Şêx Elî wiha got: "Rûniştina li ser berava çemê Firatê li tu deverên cîhanê tune ye. Ez û malbata xwe û tevî pêwîstiyên seyranê ji bo bêhna xwe vedin ji saetên berêvarê ve diçin ber çem û heta ku roj diçe ava em li wir dimînin û piştre em vedigerin malê. Bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) em ji wê serdema tarî xilas bûn."

Ji aliyê xwe ve apê Ehmed El-Eswed jî wiha got: "Ez hatim berava çem û min çeydanka çay bi xwe re aniye. Ez demên gelek xweş dûrî qerebelixa bajêr derbas dikim. Ez zewq ji xuyanga çemê, dema roj diçe ava, dibînim."

Jin jî dikarin li ser beravê rûnin

Di dema tarîtiya DAIŞ'ê de derketina ji malê li ser jinan qedexe bû. Lê ev rewş hate guhertin, jin niha dikarin ne tenê ji malê derkevin, lê belê li ser berava çemê Firatê rûnin û zewq ji xuyangê bibînin.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Nûr El-Abid wiha got: "Şikur ji Xwedê re em ji DAIŞ'ê xilas bûn, Xwedê wan rojên tarî venegerîne. Niha em dikarin bi azadî ji malê derkevin bêyî ku kesek me muhasebe bike. Ruxmî talankirinê lê bêhna çem van êşan bi me dide jibîrkirin. Bi rûniştina me li ber çem em hemû êş û azarên şer ji bîr dikin."

(şx)

ANHA