Akademiya Jiyan Amara jinên ciwan perwerde dike  

Akademiya Jiyan Amara bi armanca pêşxistin û perwerdekirina jinên ciwan gelek dewreyên perwerdeyê vekirin. Her wiha gelek destkeftî ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha azadî û wekheviyê bi dest xistine.

Akademiya Jiyan Amara jinên ciwan perwerde dike  
Akademiya Jiyan Amara jinên ciwan perwerde dike  
Akademiya Jiyan Amara jinên ciwan perwerde dike  
3 cotmeh, 2018   08:18

OLVA HEC MENSUR / HESEKÊ

Bi armanca pêxistina jinên ciwan û naskirina wan bi dîroka xwe ya ku ji aliyê pergalên zordariyê ve hatibû berovajîkirin û azadî û rola wan di karê malê de sînordar kiribûn, Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Akademiya Jiyan Amara di sala 2014'an de li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê vekir.

Akademî dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê. Ji destpêka vekirinê ve her mehekê dewreyekê bi dawî dike. Di dewreyan de gelek wane tên dayîn, wekî dîroka jinan, zanista jinan (jineolojî), jiyana xwezayî, rastiya serokatiyê, jiyana hevbeş û dîroka Kurdistanê.

Her wiha tevî pêşkêşkirina belgefîlman û semîneran li ser hevaltiya rast, di dewreyan de waneyên li ser cihên dîrokî tên dayîn û serdana wan cihan tê kirin. Dewre 20 rojan berdewam dikin. Jin ji hemû pêkhateyan tev li dewreyan dibin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Akademiya Jiyan Amara Destan Cûdî destnîşan kir ku armanca vekirina akademiyê birêxistinkirina jinên ciwan û zanakirina wan e.

Destan ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: "Em wek Tevgera Jinên Ciwan ji erkên me yên bingehîn rizgarkirina jinan ji zîhniyeta mêrdestiyê û zîncîrên ku li hemberî azadiya wan dibin bend in."

Destan wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Da ku jin bibin xwedî fikreke azad, em jinên ciwan perwerde dikin."

(şx)

ANHA