Amarîkayê balyozxaneya xwe ya Besrayê girt

Amerîkayê piştî şerê ku li bajarê Besrayê yê başûrê Iraqê çêbû, balyozxaneya xwe ya Besrayê girt.

Amarîkayê balyozxaneya xwe ya Besrayê girt
29 îlon, 2018   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Michael Pompeo ji hemû karmendan xwest ku ji Besrayê derkevin û hemû karên balyozxaneyê veguherînin sefaretxaneya li Bexdayê.

Michael Pompeo tekez kir ku hikumeta Îranê û Feyleq El-Quds a girêdayî El-Heres El-Sewrî yê Îranê gefan li karmendên Amerîkayê û saziyên wê dixwin û hêzên alîgirên Îranê bi gulebarandina neyekser li ser balyozxaneya Amerîkayê tawanbar kir.

Michael Pompeo dema ku New Yorkê bû da ku tev li civîna Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan hişyarî daye hikumeta Îranê heke tu zerar bigihîje karmend û saziyên Amerîkayê li Iraqê yan li deverên din, dê Îranê bike berpirsyar.

Michael Pompeo di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e Îranê fehm bike ku NY dê bi awayekî yekser bersiva êrîşên li ser saziyên Amerîkayê bide.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê mixabiniya xwe ji Amerîkayê re diyar kir ku dê karmendên xwe ji balyozxaneya xwe ya li bajarê Besrayê ji ber tevliheviya li wê derê kişandin û balyozxane jî girt.

(bx)