Cotkarên Tebqayê berhema pembo radestî Gerînendetiya Çandiniyê kir

Cotkarên herêma Tebqayê berhema xwe ya pembo radestî navenda têkildar kir, piştî ku rêveberiya çandiyê li herêma Tebqayê dest bi pêşwazîkirina pembo kir.

Cotkarên Tebqayê berhema pembo radestî Gerînendetiya Çandiniyê kir
Cotkarên Tebqayê berhema pembo radestî Gerînendetiya Çandiniyê kir
Cotkarên Tebqayê berhema pembo radestî Gerînendetiya Çandiniyê kir
Cotkarên Tebqayê berhema pembo radestî Gerînendetiya Çandiniyê kir
29 îlon, 2018   11:50

MIHEMED HIYAWÎ / TEBQA

Rêveberiya Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê da zanîn ku wan dest bi pêşwazîkirina berhema pembo li herêmê kir, radestkirina pembo li herêma Kebeş a girêdayî bajarê Reqayê di dîroka 25'ê Îlonê de dest pê kiriye.

Îsal berhema pembo ji ber belavbûna kurman û taybet kurmê loz ji sedî 85 xerab bû. Sedema vê yekê jî cotkaran tovê pembo yê Tirkiyeyê bi kar aniye.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê li Tebqayê endezyar Xalid El-Esker buhayê berhema pembo li gorî çêkirina pembo diyar kir û got ji 290 lîreyên Sûriyeyê heta 255 lîreyan ew li gorî cureyê pembo dikin û dê buhayê pembo li hemû herêmên bakurê Sûriyeyê bibe yek.

El-Esker da zanîn ku berhema îsal ne baş bû, ji ber ku kurm lê ketin û bi taybet kurmê lozê ku ji 2 cureyan pêk tê; cureyên şewkî û qurnefîlî, ew jî ji ber cureya tovê ku ji Tirkiyeyê tê.

Li ser cureyê torên ku pembo dikevê El-Esker wiha got: "Pêşwazîkirina berhema pembo ji torên tenê cureyê şilûl, dema ku cotkar berhemên xwe di tora naylon de bîne dê bi buhayê 6 kîlogram be, ji ber ku tora naylon tav lê dikeve û hemû tê bêbandorkirin, ev jî dibe sedema ku hinek jê xerab bibe."

Cotkar heta niha berhemên xwe yên pembo tînin û ji ber ku pembo zirar dît, aciz in.

(jo)

ANHA