Ji bo wefata Îbrahîm Ayhan sersaxî ji endamên HDP'ê re hate xwestin

Şandeyek ji bakurê Sûriyeyê îro serdana Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê kir û ji ber wefata Îbrahîm Ayhan sersaxî ji endam û rêveberiya buroya HDP`ê re xwest.

Ji bo wefata Îbrahîm Ayhan sersaxî ji endamên HDP'ê re hate xwestin
Ji bo wefata Îbrahîm Ayhan sersaxî ji endamên HDP'ê re hate xwestin
29 îlon, 2018   12:07

HEWLÊR

Şande ji hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer, hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, hevserokê Komîteya Têkiliyên Diblomatîk a TEV-DEM'ê Ebdil Selam Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Enwer Mislim, hevseroka Nûneriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Xewle Mistefa, nûnerê PYD'ê Silêman Ereb û nûnerê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Eladîn El-Xalid pêk dihat.

Şandeyê sersaxî ji malbat û endamên HDP’ê re xwest û diyar kir ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de Îbrahîm Ayhan bi gelê Kobanê re sekinî û da zanîn ku gelê Kurd kesayeteke şoreşger ku ji bo doza xwe, winda kir.

Der barê mijarê de, şandeyê serdana navenda Tevgera Azadî ya parêzgeha Silêmaniyê jî kir û êrîşa li ser navenda tevgerê şermezar kir.

(jo)

ANHA