Zinarê biçûk û xewnên mezin

Dest û temenê wî yên biçûk li pêşiya hezkirina wî ya fêrbûna lêdana gîtarê nebûn asteng. Dibîne ku destpêka pêkanîna xewna wî di fêrbûna lêdana gîtarê de ye, ji ber ku xeyala wî ye ku bibe hunermendekî pispor di lêdana gîtarê de û dibistaneke muzîkê veke.

Zinarê biçûk û xewnên mezin
Zinarê biçûk û xewnên mezin
Zinarê biçûk û xewnên mezin
29 îlon, 2018   08:50

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Zarokê bi navê Zinar Osman (4), ji navçeya Dirbêsiyê ye. Hezkirina wî ya muzîkê ji temenê wî mezintir e. Tevî ku ev du meh e dest bi fêrbûna lêdana gîtarê kiriye jî, di demeke kin de xwe fêrî çend awazan kir. Nîqaşên wî yên bi dayika wî re zanebûna wî diyar dike.

Tiliyên wî awazên pir xweş li ser gîtarê lê didin. Hezkirina fêrbûna alavên muzîkê di dilê wî de mezin dibe. Zinar dibêje dema ku mezin bibe xeyala wî ye ku dibistaneke muzîkê veke.

Tevî hemû rewşên zehmet ku rastî Zinar û dayika wî Jînda Silêman tên, lê wê dayikê xewna zarokê xwe pêk anî ku fêrî lêdana gîtarê bibe. Jînda Silêman dibêje dema temenê Zinar du salî bû bi gîtara dapîra xwe dilîst, car caran jî bi saza xalê xwe û dema temenê wî bû 4, got ew dixwaze fêrî lêdana gîtarê bibe û xewna xwe pêk bîne.

Dayika zinar destnîşan kir ku wê soz daye kurê xwe ku her çi bibe jî lê ew ê xewna wî pêk bîne û heger mezin bibe peymangeheke fêrbûna muzîkê jê re veke.

Zinar ji ajansa me ANHA`yê re got dema ew mezin bibe dixwaze bibe hunermendekî baş di lêdana gîtarê de, ji ber ku fêrbûna lêdana gîtarê xewna wî ya zaroktiyê ye, her wiha dixwaze bibe bijîşk mîna bavê xwe yê ku ew nedîtiye.

Navê bavê wî yê şehîd li wî kirin. Bavê wî şehîd Zinar Osman bijîşk bû. Di Rêxistina Bijîşkên Sînornenas de kar dikir. Di sala 2014`an de berê xwe dide bajarê Dêrikê da ku nasnameya malbatê çêke, wê demê de nû zewicîbû û di encama teqîneke terorî li herêma Dêrikê de şehîd bû. Wê demê Zinarê biçûk di zikê dayika xwe de 3 mehî bû.

(bx)

ANHA