32 şervanên YPJ'ê dest bi perwerdeyê kir

Akademiya Şehîd Rojda Minbic a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, dewreya xwe ya çaremîn bi navê Dewreya Şehîd Amargî Dêrazor bi tevlêbûna 32 şervanan vekir.

32 şervanên YPJ'ê dest bi perwerdeyê kir
32 şervanên YPJ'ê dest bi perwerdeyê kir
32 şervanên YPJ'ê dest bi perwerdeyê kir
32 şervanên YPJ'ê dest bi perwerdeyê kir
29 îlon, 2018   09:00

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Rojda Minbic dewreyeke nû ji bo şervanên ku nû tev li YPJ'ê bûne yên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê (Reqa, Minbic, Dêrazorê û Hesekê) vekir.

Dewre dê 40 rojan dewam bike û şervan dê li ser waneyên siyasî, çandî û leşkerî perwerde bibin.

Merasîma destpêkirina dewreyê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê ji fermandarên QSD'ê Zinarîn Qamişlo vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Zinarîn Qamişlo got dê di perwerdeyê de şervan ji zîhniyatiya baviksalar û desthildarî xelas bibin û kesayeteke xwe ya azad ava bikin.

Zinarîn di dawiya axaftina xwe de ji şervanan xwest ku disîplînê di dewreyê de pêk bînin û ji perwerdeyê sûdê wergirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sûnda leşkerî xwar û soza rêya şehîd da.

(jo)

ANHA