YPJ: Hevrê Evîn ji bo gihandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da

YPJ`ê diyar kir ku hevrêya wan Evîn tevî mudaxeleyan li Başûrê Kurdistanê şehîd bû û got:” Hevrê Evîn Tolhildan, ji bo gihandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da û heta dawî têkoşiya.”

YPJ: Hevrê Evîn ji bo gihandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da
29 îlon, 2018   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Evîn Tolhildan bi bîr anî.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî re

Şoreşa gelan a Bakûrê Sûriyê, bi ked û fedekariya şehîdan hate avakirin. Şehadeta her hevalekê/î ji bo me fermane ku em xewn û xeyalên azadiyê pêk bînin. Hevrê Evîn Tolhildan, ji bo gihandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da û heta dawî têkoşiya. Wê bi vîna xwe ya mezin, di dilê tevayî hevalan de cihê xwe çêkir. Em ji ber şehadeta hevrê Evîn, xemgîniya xwe tînin ziman û di serî de ji malbata wê, malbatên şehîdan û gelê me yî welatparêz re sersaxî dixwezin û soza şopandina rêya şehîdan nû dikin.

Heval Evîn, ji bajarê Efrînê bû. Di sala 2012’an de beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Heval Evîn, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di temeneke biçûk de dibe xwediyê lêgerînên azadiyê. Piştî pêla şoreşê li tevayî Rojavayê Kurdistanê belav bû ew jî weke gelek keçên ciwan ên Rojavayî Kurdistanê, berê xwe da, nava refên şoreşê. Ji bo di nava qadên herî pêş ê şoreşê de cihê xwe bigire, bi temenê ciwantî biryara tevlîbûna nava YPJ’ê dide. Heval Evîn, heya kêliya xwe ya dawî bi awayeke çalak cihê xwe di nava tekoşînê de digire. Bi dilgermî, bi ruhê ciwantî, bi sekneke saxlem û bi xeyala ew jî bibe, şervanek jêhatî û dilpak a gelê xwe û mirovahî têkoşiya.

Heval Evîn di sala 2013’yan de, beşdarî şerê li hemberî çeteyên ‘Cebhet El-Nusra’ yê li Til Elo qewimî bû dibe. Di wê şerî de bi awayeke giran birîndar dibe. Demeke dirêje, ji ber rewşa birîndariyê hem tedewî didît û hem jî di qada xebatên tendûristiyê de li ser karên tendûristiya hevalan disekinî. Bi berpirsyartiyek mezin heta dawî xizmeta gel û hevrêyên xwe kir. Tevî ku ev çend sale di bin venêrîna doxtoran de tedewî didît jî lê ji ber birîndariya wê giran bû nehat xilaskirin. Herî dawî rewşa heval giran bû, li ser esasê biçe tedewiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li wir tevî mudexelayan şehîd bû. Hevrê Evîn heta kêliyên dawî bi girêdan û baweriyeke bê dawî tekoşîn kir û gihişt mertebeya şehadetê.   

Careke din em heval Evîn bîr tînin, ji malbata wê, malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê re sersaxî dixwezin û dibêjin em ê di şopa şehîdan de heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin.

Nasnameya şehîd Evîn wiha ye:   

*****

Nav û paşnav: Evîn Tolhildan

Navê rast û paşnav: Elmas Mihemed

Navê dayik: Fadile

Navê bav: Hiznî

Cih û dîroka tevlîbuyinê: 2012 – Efrin

Cih û dîroka şehadetê: 20.09.2018

(kc)