Griffith: Piştî hefteyekê wê balafirgeha Senaa jinûve were vekirin

Nûnerê Netewên Yekbûyî Martin Griffith ê Yemenê ragihand ku hefteya bê wê balafirgeha Senaa ya Yemenê jinûve  bê vekirin.

Griffith: Piştî hefteyekê wê balafirgeha Senaa jinûve were vekirin
28 îlon, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Televizyona  El-Cezîrê ragihand ku Griffith gotiye ku wê danûstanên Yemenê di hefteyên bê de careke din li Ewropayê were destpêkirin, lê vê carê wê ne li Cinêvê be û divê ku firseteke din ji Hûsiyan re were dayîn ku bêne danûstandinan."

Diviya bû ku danûstandinên ji aliyê Netewên Yekebûyî ve têne birêvebirin ji bo dawîbûna şerê Yemenê di 6`ê Îlonê de bihata destpêkirin. Lê ji bilî nûnerên Hikumeta Serokê Yemenê Ebd Reba Mensûr Hadî tu alî tevlî civînê nebûn, Hûsiyan jî  îsrar kirin ku balafira ku wê wan dibe Cinêvê wê bi dehan birîndaran bibe Omanê û di civînê de amade nebûn.