Rayedarekî Amerîkî:Em bi awayekî diplomatîk li Sûriyê ne

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Sûriyeyê James-Jeffrey diyar kir ku heta ku Îran li Sûriyê be ew ê jî li wê derê bin. Her wiha James-Jeffrey tekez kir ku ew bi awayekî diplomatîk li hinek  herêmên Sûriyeyê hene.

Rayedarekî Amerîkî:Em bi awayekî diplomatîk li Sûriyê ne
28 îlon, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Amerîkî di demên dawî de gotin wê hêzên wan heta demeke ne diyar li Sûriyê bin da ku li hemberî Îranê bisekinin. James Jeffrey got erka leşkerên Amerîkî yên li ser erdê Rêxistina Dewletên Îslamî têk bibe.

James Jeffrey bersiva pirsa ku eger vekşîna Amerîka li gorî Trump li ser vekşîna hêzên Îranê disekinê wiha da:"Trump dixwaze ku em li Sûriyeyê bimînin heta ku ev şert û şertên din pêk werin. Lê ev nayê wateya ku gereke leşkerên Amerîkî li ser erdê hebin."

James Jeffrey di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek şêwazê hebûnê li ser erdê hene, her wiha diyar kir ku ew di rêya Wezareta Karê Derve bi awayekî deplomatîk li ser erdê li gelek herêmên Sûriyeyê hene.

Li gorî France-Presse Jamesz Jeffrey diyar kir ku wan hêzên herêmî li gelek herêmên Sûriyeyê perwerde kirine û hevalbendên wan jî hêzên wan ên herîmî hene.

(bx)