Ji ber barana zêde li Lîbya 2 kes mirin

Li Lîbya ji ber barîna zêde ya baranê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest û li Cezaîrê 20 mal hatin rûxandin.

Ji ber barana zêde li Lîbya 2 kes mirin
28 îlon, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbya dane zanîn ku 2 kesan dema ku pezên xwe diçêrandin, li herêma El-Mexêlî başûr-rojhilatê Lêbiya ji ber barîna baranê ber lehiyê ketin û di encamê de her du kes mirin.

Li gorî Skynews ev cara yekemîne ji 28 salan berê ku li herêma El-Mixêlî baraneke zêde tê barîn, barîna baranê hişt ku gelek mal têkevin bin avê, hemû rê hatin girtin û kehrebe qût bû.

Di heman demê rojnameya El-Xeber a Cezaîrê ragihand ku ji ber barîna baranê 20 mal li bajarê Edrar û navçeyên wê yên bakûr-rojavayê Cezaîrê, hatin rûxandin.

(jo)