Bi destê xwe alav çêkirin û firneyek vekir

Welatiyê Kobanê Hecî Arif Hecano bi destê xwe alavên firneya nanê turîzmê çêkir û ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyên Kobanê, firneya nanê turîzmê vekir.

Bi destê xwe alav çêkirin û firneyek vekir
28 îlon, 2018   06:44

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Yek ji welatiyên Kobanê Hecî Arif Hecano ji ber ku meraqa xwe ji bo tiştên ku bi destan tên çêkirin heye û gel zehmetiya dîtina nan de nebîne, bi destê xwe alavên firneya nanê turîzmê çêkir û firne vekir. Li gorî Hecano wê firne di demeke nêz de bikeve xizmeta gel.

15 sal e ji ber meraqa xwe Hecî Arif Hecano dest bi çêkirina lîstokên zarokan kir. Ji wan tiştên ku çêkirine trêna zarokan û gelek lîstokên li baxçeyên Kobanê ji bo zarokan çêkirin. Hecano bajarê Zebedanî yê girêdayî Şamê jî lîstokên zarokan di baxçeyên taybet ên zarokan de çêkirin.

Hecano da zanîn ku beriya amadekariya firneya nanê turîzmê, firneyeke din di navenda bajarê Kobanê de vekiribû lê alavên firneyê bi destê xwe çênekiribûn. Lê hin tiştên ku pêwîstiyên wan pê hebûn ji bajarê Helebê dianîn. û tu carî kes li pêş wan nebû asteng û her kesê dema dît ku Hecano û birayê wî vî karî dikin, alîkariya wan kir lê hinekî dema ku Hecano tiştên ku pêwîstiya wî pê heye ji Helebê dianîn rejîma Sûriyeyê pirsgirêk derdixistin û li pêş wan dibû asteng. 

Armanca Hecano ji vê firneyê ew e ku ne tenê ji bo ku nanê turîzmê bidin xwaringehan e, li aliyekî din jî ji bo ku derfetên kar ji jinan re peyda bike û her wiha kengî îhtiyaca gel bi nan hebe, zehmetiyan nebînin û werin ji firneyê nan bibin.

Hecî Arif Hecano da zanîn ku dê rojê nêzî hezar û 500 rebte nan derxe û dê nanê vê firneyê li ser asta herêma Firatê were balavkirin û dema ku firne bikeve ber xizmeta gel dê 15 jê jin 18 xebatkar têde bixebitin.

Hêjayî gotinê ye ku li navenda bajarê Kobanê 4 firneyên nan hene, ji wan 2 yên nanê normal in û 2 jî yên nanê turîzmê ne.

ANHA