Cihê kombûna jinên Suryan Mala Aştarot e

Jinên pêkhateya Suryan pirsgirêkên xwe li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Mala Aştarot çareser dikin.

Cihê kombûna jinên Suryan Mala Aştarot e
Cihê kombûna jinên Suryan Mala Aştarot e
Cihê kombûna jinên Suryan Mala Aştarot e
28 îlon, 2018   07:06

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Ji bingeha baweriya bi hêza jinê û rola wê ya pêşeng di civakê de, Yekitiya Jinên Suryan bi dirûşma malek ji bo jina Suryan re, Mala Aştarot  bi armanca bidestxistina hemû mafên jinan vekir.

Hevseroka Meclisa Giştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Suryan Sîham Qeyro destnîşan kir ku bi boneya 8`ê Adarê roja Jinên Cîhanê mala jinê `Mala Aştarot ` vekirine. Sîham diyar kir ku armanca vekirina malê, ew e ku hemû jin mafên xwe di hemû waran de bidest bixine.

Sîham got, ji ber şerên ku li Sûriyeyê rû didin de ya herî zêde zirar dîtiye û hê jî dibîne jin e û rastî hemû cureyên tundiyê tê û wiha pê de çû: “Ji bingeha baweriya me bi hêza jinan û parastina mafên wan, me poreyek taybet bo pêşwazîkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên jinan amade kir.”

Sîham Qeyro diyar kir ku Mala Aştarot  a jinên  ji hemû pêkhateyan pêşwazî dike û hewl dide pirsgirêka wan çareser bike.

Di dawiya axaftina xwe de Sîham Qeyro têkildarî piştgriya jinên ciwan ev tişt anî ziman: “Di Yekitiya Jinên Suryan de komîteya Jinên Ciwan ên Suryan heye. Di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xebat meşandin. Ji ber ku di pêşerojê de xebata herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Em ji bo avakirina akademiyek bîrdozî, çandî, perwerdehî û pîşeyî taybet bi jinên ciwan xebat dimeşînin û dê di demek nêz de ev akademî were vekirin.”

‘Dozên jinan di mala Aştarot  de tên çareserkirin’

Ji aliyê xwe ve endama Yekitiya Jinên Suryan Nede Silêman a ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku bi rêya civînên heftane piştgriya jinan di hemû waran de dikin û wiha got: “Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixe, em qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi cih tînin.”

Nede destnîşan kir ku piraniya dozên ku Mala Aştarot  pêşwazî dike, dozên zewaca biçûk in û ev tişt anî ziman:”Ji bo zanakirina jinan di asta fikrî de em kar dikin. Dema dozek li gel me çareser nebû, em wê vediguhêzin dadgehê û ji bo misogeriya bidestxistina mafên hemû jinan em li rex wan disekinin.”

Di berdewama axaftinên xwe de Nede diyar kir ku di vê mehê de Mala Aştarot  32 doz pêşwazî kiriye, jê 25 doz bi rêya pêkanîna qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareser kiriye. 4 doz jî veguhestine dadgehê û 3 doz jî hîna tên nîqaşkirin.

Her wiha Nede Silêman tekez kir ku ew di Mala Aştarot  de bi hemû hewldanên xwe ji bo rê li ber zewaca biçûk bigrin bi riya zanakirina civakê dixebitin, ji ber ku ev diyard e li ser civakê û jinê xeteriyeke.

Nede Silêman destnîşan kir ku ew hewl didin hemû dozan bi razîbûna her du aliyan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve endama Yekîtiya Jinên Suryan Rîma Romnis tekez kir ku ji bo yekgirtina refa jinên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dixebitin û armanca wan bidestxistina hemû mafên jinan e.

(şx)

ANHA