Terorîstên li Idlibê fermanên Erdogan pêk tînin

Komên çete yên li Idlibê hatin bicihirin di bin fermanê Erdogan de tevdigirin, ev yek di pêkanîna terorîstan a tîfaqa Sochiyê de diyar dibe. Li aliyekî din jî çekdarên opozsiyona Sûriyeyê êdî Erdogan fam kirine ku dikar wan di her kêliyekî de bifroşin, ev yek ji bo Erdogan tirsekî çêkiriye, ku çekdarên opozisyonê bi rêjimê re li hev bike.

Terorîstên li Idlibê fermanên Erdogan pêk tînin
28 îlon, 2018   06:39

Ji roja ku aloziya Sûriyeyê dest pê kiriye ve, serokê Tirkiye Receb Teyyîp Erdogan, bi riya koma "Îxwan El-Muslimîn" ya ku di lîsta terorê ya de hatiye rêzkirin, destwerdanê li aloziyê dike, Tirkiyê gelek komên terorîst ku ji gelek deverên cîhanê anîne kom kirin û derbasî Sûriyeyê kirine. Her çendî bi riya van komanan hewl da Sûriyeyê bigire lê bi serneket. Li ser vê yekê bi Rûsya û Îranê re tîfaq kirin û hin herêmên ku di bin serweriya komên çekdar ên Sûriyeyê de bûn radestî rêjîmê kir, wekî Xûtaya Rojhilat û Qelemûn û başûrê Sûriyeyê û hin herêmên din.

Piştî ku hêzên rêjîmê başûrê Sûriyeyê girt, dewleta Tirk berê çeteyên xwe dide Idlibê, li vir em hinekî bi bîr bixin bê çawa terorîstan Idlib girtin; Tirkiyê di Sibata 2015‘an derbasî herêmê bû, endamên MIT‘ê bi teroristên li wir civiya. Piştî vê hevdîtinê di 24‘ê Adara 2015‘an de koma bi navê "Ceyş El-Fetih" hate avakirin.

Koma qala mijarê ji teroristên: Cebet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Cund El-Eqsa, Feyleq El-Şam û Ecnad El-Şam pêk tê, ev komanan di 28‘ê Gulana heman salê bajarê Idlibê xist bin kontrola xwe, piştre jî hin komên din ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine avakirin derketin, Tirkiyê bi armanca ku gumanên têkiliyên xwe yên bi terorîstan re rake ev kom ava kirin, ji wan komanan; Hereket Nûredîn El-Zingî, Hereket Ehrar El-Şam, Cebha El-Şamiya, Furqet El-Hemza, jî piştre Lîwa Semerqend a Ospakisanê tev lê bû, her wiha rê ji Îgorê (Çîna) vekir da ku Partiya Islamî ya tirkistan û Zerevanê Olî ava bike.

Di vê destwerdanê de, diyar dibe ku Erdogan rêveberiya terorîstan dike bi taybet El-Nusra ku ji sedî 60 Idlibê girtiye.

Di rojên dawîn de, ango piştî ku gefên Rûsya yê êrîşan li ser Idlibê Tirkiyê jî destwerdana xwe zêde kir. Di vê çarçoveyê de civîneke li Tehranê di navbera (Tirkiyê, Rûsya û Îranê) hate li darxistin. Di civînê de Erdogan wekî berdevkê Cebhet El-Nusra daxwaza pêkanîna agirbestê bi Cebhet El-Nusra re kir, lê serokê Rûsya Vladimer Putin daxwaza wî red kir û got: "Em bi terorîstan re agirbestê pê nayînin."

Di 19‘ê Îlonê de civîneke du alî di navbera Erdogan û Putin de li Sochi li dar ket, her du aliyan li hev kirin ku herêmeke bê çek were avakirin û terorist jê werin dûrxistin.

Lê di dema ku Tirkiyê qala komên terorsîtn û yên opozisyonê li Idlibê dikin, li vir pirsa derdikeve pêş ev koman gelo di rêza opozisyonê de ne an jî terorîst?

Erdogan hemû komên li Idlibê bi "Opozisyona çekdarî" bi nav dike, em jî bîr nekin ku piraniya komên li wir terorîstên Tirkiyê ne, ji ber ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine avakirin û perwerdekirin, di heman demê de Tirkiyê bi hemû rêbazan destek dide wan, lewra jî di xizmeta Erdogan de ne û fermanên wî pêk tînin.

Di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Erdogan anîbû ziman ku terorîst ji herêmê bê çek vedikişin. Gelo çawa vekişin? Gelo Cebhet El-Nusra û Partiya Îslamî ya Tirkmanistanî û Zerevanên Olî yên di lîsteya terorê de hatin rêzkirin, ku di destpêkê de îtîfaq qebûl nekirin vekişiya? An li ser fermanên Erdgoan vekişiyan? Heger vekişiya bin jî ka bi ku ve çûn? Bersiva van pirsan ji her şopdarên rewşa Sûriyeyê û destwerdana Tirkiyê aşkere ye.

Erdogan baş dizane û bawer e ku dê terorîstên wî detayên îtîfqa wî ya bi Rûsan re bi cih bînin, lê li aliyekî ji çekdarên opozisyonê yên li Idlibê ditirse, ji ber ku Erdogan gelek caran ew firotin, li Helebê paşê jî Xûtaya Rojhilat, Qelemûn û Derayê firton rêjîm û Rusya.

Li aliyekî din jî çekdarên opozisyonê têgihiştiyê ku Erdogan wan naparêze û amade ye di hevpyamanekê de wan bifiroşe, Erogan ji vê ditirse ku çekdarên opozisyonê bi rêjîmê re li hev bike, lewra jî hewl dide ku bi riya vexwendina terorîstên ji bo civînekê li Tirkiyê rê li ber çekdaran bigire.

Rexmî van îtîfaqan, Idlibê wê ji Tirkiyê re nemîne, ji ber ku herêmeke Sûriyeyê, wê mîna Lîwa Eskendor bi serê Idlibê neyê. Di heman demê de îtîfaqa Tirkiyê û Rûsya tenê ji bo demekê ye, armanc jê ew e ku zextên navdewletî li xwe û li ser Îranê jî kêm bikin.

Lê dîsa jî xeteriya terorê li Sûriyeyê heye, ji ber ku rêjîma Tirkiyê terorîstên xwe birin Efrînê û ew li herêmekê nêzî Helebê kom kirine, ev jî bajarê Helebê dixe metirsiya êrîşan ji ber Tirkiyê Heleb wekî wîlatyeke Osmanî bi nav dike û kiriya armanca xwe.

(bb)

ANHA