Girîngiya avakirina kooperetîfan hate vegotin

Komîteya Aborî ya Kantona Qamişlo bi armanca şîrovekirina girîngiya avakirina kooperetîfan di pêşxistina rewşa aborî de bi cotkarên navçeya Til Hemîsê re civiya.

Girîngiya avakirina kooperetîfan hate vegotin
Girîngiya avakirina kooperetîfan hate vegotin
Girîngiya avakirina kooperetîfan hate vegotin
Girîngiya avakirina kooperetîfan hate vegotin
26 îlon, 2018   14:26

QAMIŞLO

Li ser biryarên ku di civîna giştî de ya ku di 16`ê Tebaxê de bi tevlêbûna komîteyên navçeyên, bajarokên û kooperetîfên girêdayî Kantona Qamişlo bhatibû lidarxistin, Komîteya Aborî ya kantonê bi cotkarên navçeya Til Hemîsê re civiya, giliyên cotkaran guhdar kir û têgehên kooperetîfan ji wan re şîrove kir.

Tevî dehan cotkar û sewalkran, endamên Komîteya Aborî yên Kantona Qamişlo Jiyan Hec Elî û Mihemed Silêman, endamê rêveber ê Kooperetîfan ê navçeya Til Hemîsê Hesen Şikrî û berdevkê fermî ya komîteyên aborî yê navçeya Til Hemîsê Hisên El-Ehmed, beşdarî civîna ku li Navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê hate li darxistin bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre komîteyê rexneyên cotkar û sewalkaran guhdar kir. Piraniya giliyên cotkaran têkildarî zuhabûna ku li herêmê pêk hatiye, rewşa jiyanî ya cotkaran, qutbûna kehrebeyê ya dem dirêj, peydakirina tovan bi rêbaza deyn û bi buhayên erzan û peydakirina madeya mazotê bûn.

Daxwaza zêdekirina buhaya pembo

Her wiha cotkaran ji komîteyê xwestin ku carek din hilberîna pembo û mesrefa wan ên zêde jî di ber çavan re derbas bikin û buhaya pembo zêde bikin.

Beşdarn jî destnîşan kiri ku çandinî hestîpişta peydakirina debara şêniyên herêmê ye.

Ji aliyê xwe Jiyan Hec Elî endama komîteyê bersîva pirsên cotkaran da û wiha got: ``Di encama zuhabûna ku gelek dewlet tê re derbas bûne, ew dewlet bi milyaran pere deyndarên dewletên din in. Ji ber wê divê gel rewşa Rêveberiya Xweser di vê demê de di ber çavan re derbas bikin.``

Her wiha Jiyan tekez kir ku komîteyê di dirêjahiya du salan de tov weke deyn heta berhevkirina berhemê li cotkaran belav kir.

Divê çandinî li herêmê pirengî be

Di berdewamiya axaftina xwe de Jiyan pêwîstiya avakirina kooperetîfan ji bo pêşxistina aboriya wan şîrove kir. Jiyan tekez kir ku komîte dê piştgiriya kooperetîfan bike û dê nîvê nirxê bide wan û wiha domand: ``Di civîna ku dê di serê meha Cotmehê de were lidarxistin, em ê hemû pêşniyar û daxwazên welatiyan nîqaş bikin."

Civîn bi axaftina rêveber ê Kooperetîfan ê Til Hemîsê Hesen Şikrî endamê bi dawî bû. Hesen di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê cotkarên herêmê gelek cure berhemna biçînin, ne tenê genim û ceh û ev tişt anî ziman: ``Gelek berhem hene, bi dem û mesrefa kêm tên çandin û berhev kirin weke paqulî, sebze, kuncî, garis, petat û gelek berhemên din cotkar dikare bi rêya kooprertîfan biçînin û aboriya xwe û herêmê pêş bixin."

(şx)

ANHA