Rewşa eleketrîkê ya Til Hemîsê hate nîqaşkirin

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên civakê di warê enerjiyê de civînek li navçeya Til Hemîsê li dar xist. Hevserokê desteyê Ebdulkerîm Melek anî ziman ku armanca wan tevahî pêkhateyên Barkur û Rojhilatê Sûriyeyê razî bikin.

Rewşa eleketrîkê ya Til Hemîsê hate nîqaşkirin
Rewşa eleketrîkê ya Til Hemîsê hate nîqaşkirin
Rewşa eleketrîkê ya Til Hemîsê hate nîqaşkirin
26 îlon, 2018   14:14

QAMIŞLO

Di civîna ku li navneda Çand û Hunerê hatibû lidarxistin de, bi dehan şêniyên herêmê, Hevserokê Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê Ebdulkerîm Melek, cîgirê wî Ziyad Rustem, hevserokê meclisa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef, hevserokê saziya elketrîkê ya navçeyê Mehmûd Ehmed, hevserokê şaredariya navçeyê Ebdulrehman El-Hadî û rêveberê meclisa kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif amade bûn.

Şêniyên tev li civînê bibûn, nêrîn û pêşniyarên xwe li ser rewşa elkerîkê û avê û çawaniya pêşxistina wan anîn ziman. Hevserokê Desteya Enejiyê  diyar kir ku ew ê dawaz û pêşniyarên xwe lêkolîn bikin û soza pêkanîna wê da.

Ebdulkerîm Melek got: "Heya ji dest me tê em ê nehêlin elketrîk li ser şêniyên herêma Cizîrê qut bibe û em ê enerjiyê zêde bikin, lê pêwîste şênî heya demeke kurt sebir bikin."

Melek, her wiha diyar kir deste hewl dide xizmeteke baş pêşkêş bike û wiha domand: "Pêkanîna xizmetê girêdayî hevkariya welatiyan bi me re, nemaze ku me pilansaziyek ji bo hesankirina belavkirina kehrebê li hemû navçe û bajarokan daye, ji ber ku armanca me ye tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  razî bikin."

Cîgirê Hevserokê Desteya Enerjiyê Ziyad Rustem jî di civînê de axivî û got: "Em ê bi hemû hêza xwe û bi wijdanê xwe xizmeta civakê bikin û serkeftinên bi xwîna şehîdên Bakur Sûriyeyê hatine qezenckirin biparêzin."

Rustem, tekez kir ku beşê elketrîkê, beşeke xizmetguzarî ye û pêwîstiyeke sereke ya jiyanê ye mîna av û nan, ji bo pêşxistina vî beşê pilanên me hene.

Cîgirê Hevserokê Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê Ziyad Rustem di dawiyê de qala rewşa elketrîkê li navçeya Til Hemîşê diyar kir ku stasyonên Til Hemîsê wekî "Um El-Rûs, Til Hemîs û stasyona Til Ehmed rûxyia ne.

ANHA