Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir

Bi sedan şêniyên Dêrazorê cenazeyên 3 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a herêma El-Bisîrayê spartin axê.

Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
Goristana Şehîd Hanî El-Hesen 3 cangoriyên azadiyê hembêz kir
26 îlon, 2018   15:07

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê bi maresîmekê cenazeyên şervanên QSD`ê, Leys Ismaîl, Nesîm El-Dûdê û Ehmed El-Hayis ên ku Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne li goristana Şehîd Hanî El-Hesena herêma El-Bisîrayê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê spartin axê.

Tevî şêniyên El-Bisîra endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê tev li merasîma oxirkirinê bûn. Her wiha beşdaran wêneyên şehîdan û alên QSD`ê rakirin.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerkî ji aliyê şervanên QSD‘ê û Hêzên Ewlekariya Hindin ve hate lidarxistin.

Piştre fermendarê Hêzên Ewlehiyan Hundirîn a El-Besîre Mistefa El-Ehmed û endama rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Wîsal Hezai axivîn.

Her axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Paşê endama rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal wesîqeya Şehadetê xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de rêhevalên her sê şehîdan cenazeyên şehîdan hilgirtin ser milên xwe û di nav tiliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA