Piştî Tirkiyê, nirxê riyalê Îranî li pêşberî dolar ketiye asta herî jêr

Piştî ku nirxê perê Tirkiyê ket, vê Çarşemê riyalê Îranê li pêşberî dolar di demê xwe yê herî bê qedir û qîmet de ye.

Piştî Tirkiyê, nirxê riyalê Îranî li pêşberî dolar ketiye asta herî jêr
26 îlon, 2018   12:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnim, ne li gorî piyaseya fermî dolar bihayê 170 hezar riyalî ye. Pereyê navneteweyî yê Îranê ji serê salê û vir ve nirxê xwe ji çaran sê winda kiriye.

Li gel aloziyên darayî û aborî yên li welat, ji ber aloziyên sektora bankê jî riyalê Îranê bi mehan e dadikeve û bilind dibe.