Stadyuma Dirbêsiyê tê avakirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Dirbêsiyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ji bo vejandina werzîşê li navçeyê dest bi avakirina stadyuma futbolê kir.

Stadyuma Dirbêsiyê tê avakirin
Stadyuma Dirbêsiyê tê avakirin
26 îlon, 2018   08:08

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Bi armanca vegerandina rihê werzîşî ji ciwanên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê re, Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê dest bi avakirina stadyumeke futbolê kir.

Stadyuma Dirbesiyê li taxa rojhilat a navçeyê ye. Stadyum bi dirêjahiya 110 metre û penahiya 80 metre ye. xebatên avakirinê dê li ser 3 qonaxan bin. A yekemîn dê stadyum bê paqijkirin û amadekirin, a duyemîn dê çawîra çêkirî bê çandin û qonaxa her dawî dê derence ji bo temaşevanan bêne avakirin.

Ruxmî ku lîstokgehek taybet li navçeyê heye, lê stadyum dê ji hemû şênî û ciwanan re be. Têketina stadyuma taybet bi pere ye, lê ev stadyum dê bê pere welatiyan pêşwazî bike û tenê ji bo demsala havînê ye.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê yê navçeya Dirbêsiyê Bîlal Şêx Hesen wiha got: “Armnac ji vê gavê, vegerandina giyanê werzîşê li gel ciwanan e.” Her wiha destnîşan kir ku wan navê ‘Stadyuma Ciwanên Dirbesiyê’ li lîstokgehê kiriye.

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Feysal Hiso yê ji navçeya Dirbêsiyê spasiya Komîteya Ciwan û Werzîşê kir û tekez kir ku ji bo ciwanan ev gavekî baş e.

(şx)

ANHA