'Soza beşdarkirina hemû keçikên cîhanê di dibistanan de dan'

Serokên dewletên Fransa, Birêtaniya û Kanada ragihandin ku ji bo beşdarkirina hemû keçikên cîhanê di dibistanan de bi hatina sala 2030'î dê bixebitin.

'Soza beşdarkirina hemû keçikên cîhanê di dibistanan de dan'
26 îlon, 2018   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

130 milyon keçikên cîhanê ji mafê perwerdehiyê û çûndina dibistanan bê par in, ev yek metirsiya xizantiya zanistî û ducaniya di temenên biçûk de û tundiya cinsî li ba kesên mê zêde dike. Li ser vê yekê dewletên Fransa, Birêtaniya û Kanada soza xebatan dan da ku hemû keçikên cîhanê bi hatina sala 2030 zanistan ji dibistanan werbigirin û bi taybet li Afrîqiyayê.

Serokê Fransa Emanwêl Makron, Seroka Hikûmeta Birêtaniyayê Têrêza May û serokwezîrê Kanada  Jastin Trodo li pêşiya Netewên Yekbûyî ragihandin ku dê ji bo beşdarkirina hemû keçikên cîhanê beşdarî di dibistanan de xebatên xwe zêde bikin û bi taybet keçikên Afrîqiyayê.

Hersê serokan diyar kirin ku dê hevkariyeke navnetewî di perwerdehiyê de çêbikin û dê sindoqekê bi qasî 2.5 milyar dolar di sê salan de pêk bînin.

Têrêza May xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: "niha 130 milyon keçik di cîhanê de ji dibistanan bê par in." Makron jî wiha got: "Divê bi hatina sala 2030'î 440 milyon zarokên Afrîqiya beşdarî dibistanan bêne kirin."

Makron da zanîn ku %63 ji kesên xwendin û nivîsandinê di cîhanê de nizanin jin in û got ku hin sedemên li pêşiya keçikan di wergirtina zanistê de dibin asteng xizantî, ducaniya di temenên bi çûk de, tundiya cinsî û pîvanên hişk ên civakê.

Hevkariya navnetewî ya perwerdehiyê ku ji sala 2002'yan ve hatiye destpêirin û hewl dide binesaziya perwerdehiyê di cîhanê de xurt bike.