Li 7 bajarên  Fransayê ji bo Ocalan wê çalakî werin lidarxistin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Fransayê di navbeyna 27-29'ê Îlonê de wê were şermezarkirin. Dawiya heftiyê li 7 bajaran wê çalakî werin kirin.

Li 7 bajarên  Fransayê ji bo Ocalan wê çalakî werin lidarxistin
26 îlon, 2018   08:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevseroktiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezar bikin, bang kir ku her kes bi bi rengekî xurt tevlî nav çalakiyan bibe.

CDK-F di serî de bêdengiya CPT'yê ya li ser tecrîda Ocalan, bêdengiya saziyên  Rojavayî şermezar kir û got, ''Saziyên navnetewî yên weke CPT'yê bi bêdengiya li bara van bêhiqûqiyên TC'ê bi rengekî vê dipejirînin.''

CDK-F'yê got ev ji 2 salan zêdetir e derbarê Ocalan ti agahî nayê wergitin û got desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dixwazin têkiliya di navbeyna gel û Ocalan de bibirin û tecrîdê normal bikin.

CDK-F'yê got, ''Em vê tecrîdê qebûl nakin, tişta ku tê xwestin red dikin''.

CDK-F ji bo tecrîd were şikandin, azadiya Ocalan were xwestin û ji bo rawesta li dijî faşîzmê bang kir ku her kes bi rengekî xurt tevlî nav çalakiyên dawiya vê heftiyê bibe.

Bordeaûx

27’ê Îlonê Înê

Place de le Bourse

Seat:18.00

Touloûse

27’ê Îlonê Înê

Metro François Verdier

Seat: 19.00

Parîs

29`ê Îlonê Şemî

Place de Republique

Seat: 16.00

Strasboûrg

29’ê Îlonê Şemî

Place du Gare

Seat:14.00

Marsîlya

29’ê Îlonê Şemî

Place Canabiere

Saet:14.00

Montpellier

29’ê Îlonê Şemî

Parc du Peyrou

Seat:18.30

Dragûîgnan

29`ê Îlonê Şemî

Place Chabran

Saet:18.30