Cenazeyek li Şedadê hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê cenazeyê ciwanekî ku nehat naskirin, li ser sergoya gundê Um El-Zir dît.

Cenazeyek li Şedadê hate dîtin
Cenazeyek li Şedadê hate dîtin
26 îlon, 2018   06:31

HESEKÊ

Li gorî agahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, cenazeyê ku hatiye dîtin, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve dema ku navçeya Şedadê dagir kiribûn, hatiye kuştin.

Li gorî wêneyên ku ji hatine girtin, xuya dike ku çeteyan li gundê Um El-Zir ê navçeya Şedadê  bi 2 guleyan ew kuştine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo naskirina nasnameya kesê ku hatiye kuştin lêkolîn û lêpirsînê berdewam dikin.

Duh jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên 2 ciwanan li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û Til Temirê de dîtibûn.

(jo)

ANHA