Farûq El-Maşî: Îdiayên Tirkiyeyê ji rastiyê dûr in

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê û Gundewarên Wê Farûq El-Meşî îdiayên Tirkiyeyê yên têkildarî nexşerêya têketina wan a Minbicê derewandin.

Farûq El-Maşî: Îdiayên Tirkiyeyê ji rastiyê dûr in
26 îlon, 2018   06:39

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Ji bo ku mijara Minbicê ji nû ve vegerîne rojeva çapemeniyê di rojên dawîn de berpirsekî Tirkiyeyê gotibû ku dê Tirkiye û Amerîka dewriyeyên hevbeş di nav Minbicê de bigerînin û her wiha dewreyên perwerdeyê yên hevbeş pêk bînin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê û Gundewarên Wê Farûq El-Maşî îdiayên Tirkiyeyê yên girêdayî nexşerêya têketina Minbicê derewandin û ev tişt anîn ziman: “Em dizanin bala dezgehên ragihandinê li ser Minbicê ye. Bajar di hemû astan de bi awayekî baş û di nav aramiyê de ye. Em dikarin bibêjin rewş aram e. Mekanîzmaya xizmetguzariyê xebatên xwe bê navber didomîne. Em dizanin ku divê ji bo vî welatî em bêtir bixebitin. Em hewl didin li gorî hêviyên welatiyan bin.”

‘AKP` her tim îdia dike ku Minbic xwedî nêrîna siyasî nîn e’

El-Maşî têkildarî bibîrxistina Tirkiyeyê ya mijara Minbicê û belavkirina îdiayan wiha got: “Her tim AKP mijara Minbicê dixe rojevê. Eger navê Minbicê hefteyê derbas nebe, Tirkiye bi bîr dixe.”

Girêdayî mijara nexşerêya ku Tirkiye îdia dike El-Maşî wiha got: “Nexşerê ew peymana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ye. Em wek rêveberiya Minbicê yekser bi rêya Hêzên Koalîsyona Navdewletî haya me ji geşedanan heye. Lê heta niha behsa îdiayên Tirkiyeyê nehatiye kirin.”

Farûq El-Maşî diyar kir ku AKP îdia dike ku Minbic xwedî nêrîna siyasî nîn e û wiha domand: “Gelê Minbicê êdî mesele nas kiriye. Xuya bû ku AKP çi ye û şêwaza axaftina wê li ser mijara Minbicê diyar e. Hemû daxuyaniyên rayedarên siyasî yên Tirk diyar dikin ku AKP di rêgeza siyasî û dîplomasî de lawaz e, tenê dixwazin aliyên din razî bikin û îdiayên Tirkiyeyê li ser Minbicê ji rastiyê dûr in.”

‘Şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe bajêr bi rê ve dibin’

Di berdewama axaftina xwe de El-Maşî destnîşan kir hemû şêniyên Minbicê rêveberiyên xwe ava kirin û xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin, her wiha diyar kir ku îdiayên Tirkiyeyê tenê hincet in û wiha pê de çû: “Beriya vê me alîkarî ji Bakurê Sûriyeyê xwest. Ji ber ku di warê rêvebirinê de xwedî tecrube ne. Piştî ku rêveberiya me xurt bû me spasiya keda wan kir û em hurmetê ji wan re nîşan didin. Niha welatiyên Minbicê rêveberiya herêmên xwe dikin. Welatiyan di hemû waran de wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Meclisa Zagonî, Meclisa Rêveber, Meclisa Edaleta Civakî, ciwan û jin cihê xwe girtine û heta endamên ragihandinê jî ji şêniyên bajêr in.”

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku wan li ser esasê cîrantî nêzî dewleta Tirk bûn, lê dewleta Tirk ji cîhanê re îsbat kir ku dewleteke dagirker e û li dijî gelê Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: “Tirkiye ne tenê dijminahiya gelê Sûriyeyê kir, lê belê rêyeke navdewletî ji bo derbasbûna çeteyan ji xaka Sûriyeyê re vekir.”

Her wiha El-Maşî tekez kir ku ew banga yekitiya xaka Sûriyeyê dikin û ev tişt anî ziman: “Em wek gelê Minbicê tevî bajar jî ji Sûriyeyê ne û ji erdnîgariya wê qut nabin. Ji ber ku em in yên ku banga yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Dema em dibêjin Sûriye, wê demê em behsa hemû pêkhateyan dikin bêyî ku kesekî dûr bixin. Eger hin alî dibînin ku xwîna gelê Sûriyeyê erzan e, lê li gel me ne wisa ye, berovajî wê xwîna şehîd û gelê Sûriyeyê li gel me buha ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Farûq El-Maşî destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hêzeke Sûrî ye û heta li ser ala wê Sûriye hatiye neqişandin û wiha domand: “Êdî bes e hûn bi gelê Sûriyeyê dilîzin. Eger gelê Sûriyeyê di van 8 salan de fêrî siyasetê nebûye lê dikare tiştên li pêş perdeyê diqewimin tê bigihîje. Me hemûyan alên Tirkiyeyê ku li Efrînê dîtin, ma ev ne dagirkirî û binpêkirineke navdewletî ye?.”

(şx)

ANHA