Efsaneya Girê Dolê... Çîrokên fedaîtî û qehremaniyê

Li dibistana Sersozrî an jî Girê Dolê an jî Miştenûrê efsaneyên qehremaniyê hatin rêzkirin. Şervanên YPG û YPJ‘ê bi pêşengiya Êrîş û Zozan bi çekên sivîl û kêm, berxwedaneke bêhempa da meşandin û ji bo azadiya Kobanê bedena xwe kirin mertal û bûne sembolên fedaîtiyê.

Efsaneya Girê Dolê... Çîrokên fedaîtî û qehremaniyê
Efsaneya Girê Dolê... Çîrokên fedaîtî û qehremaniyê
Efsaneya Girê Dolê... Çîrokên fedaîtî û qehremaniyê
26 îlon, 2018   05:40

DÎCLE EHMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bi hejmareke zêde ber bi bajarê Kobanê ve hatin, rastî berxwedaneke dîrokî hatin. Çeteyan ew qas texmîn dikir ku dê karibin bi hêsanî bajar bixin, lê texmîn di cih de nebûn, nedizanîn ku dê şervanên YPG û YPJ‘ê ji bo vî warî bendên xwe bikin mertal û dê wan neçarî vekişandinê bikin.

Girê Dolê dikeve rojavayê bajarê Kobanê û beriya 4 salan bûbû qada cengê. Li vê deverê şerên herî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dabûn.

Roja 26‘ê Îlona 2014‘an şerekî giran li ser gir qewimîbû, çeteyên DAIŞ‘ê çekên giran ku ji Mûsil û Reqayê dabîn kiribûn, li dijî şervanan ku çekên wan sivik û kêm bûn, bi kar anîn.

Li ser vî girî "Girê Dolê" 11 şervan hebûn, hin şervanan ji ber êrîşên dijwar û ji bo parastinê israra vekişandinê dikir, lê fermandar Êrîş Kobanê û Zozan Kobanê qebûl nedikirin ku vekişin.

Zozan û Êrîş ên ji Kobanê, bi rêya bêtêlan bi dengekî bilind banga "Em venakişin, em qebûl nakin vekişin, li piş me bajarê Kobanê ye, em mayin bin em ê xwe bi terorîstan ve biteqînin û rê nadin wan ku derbasî Kobanê bibin."

Piştî çend kêliyan ji vê axaftinê Zozan û Êrîş tevî 9 şervanên din piştî berxwedaneke dîrokî û çalakiyên fedayî yên şervanên YPJ‘ê mîna Rîrvana ya ji gundê Şêx Coban û Arîn Mîrkan li ser girê Miştenûrê şehîd bûn, bi çalakiyên wan ên fedayî gelek çete hatin kuştin.

Êrîş Kobanê bi navê rastî Mihemed Beşar sala 1981‘an li bajarê Kobanê ji dayik dibe, sala 2001‘an tev li refên tevgera rizgariya Kurdistanê dibe, beşdarî şerê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên sala 2014‘an ên li ser bajarê Kobanê dibe û li ser Girê Dolê piştî berxwedaneke mezin tev li kerwanê şehîdan dibe.

Zozan Kobanê ango bi navê xwe yê rast Sedîqa Temo sala 1975‘an li gundê Mezreya Sofiyan ê bajarê Kobanê ji dayik dibe, sala 1994‘an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê dibe, bi şoreşa Rojava re tev li refên YPJ‘ê dibe û di berxwedana sedsalê ya Kobanê de digihîje asta şehadetê.

Berxwedana ku li ser Girê Dolê hate meşandin bi serkêşiya Zozan û Êrîş li kêleka wan Edhem Efrîn, Şewket Mazî, Şevger Kobanê, Berfîn Kobanê, Elî Ereb, Mîtan Kobanê, Nêrîvana Çiya û Harûn Kobanê hebûn.

Piştî çalakiya 11 şehîdan, çeteyên DAIŞ‘ê ku di 5‘ê Cotmeha 2014‘an de derbasî Kobanê bûn, li hemberî berxwedana şervanan derbeyên giran xwarin.

Berxwedana Sedsalê ku bi rizgarkirina Kobanê di 26‘ê Çileya 2015‘an de bi encam bû, xeta şer li Sûriyeyê da guhertin.

(bb)

ANHA