Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar

Li gundê Temîm ê başûrê navçeya Til Hemîsê ji ber zewaca xizman, bêtirî 30 zarokên astengdar çêbûne.

Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
Ji ber zewaca xizman di gundekî de 30 astengdar
25 îlon, 2018   05:38

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê ji ber adet û kevneşopên civakî gelek ciwanên herêmê bi xizmên malbatê yên nêzîk re tên zewicandin. Lê ji ber van zewacan gelek encamên neyînî derdikevin, nemaze piraniya ciwanan beriya zewacê pêwîstiyên tenduristî wernagirin.

Di gelek rewşên zewaca xizman de û bi taybet ku bapîrên wan yek in, zarokên astengdar çêdibin. Li gundê Temîm ê navçeya Til Hemîs jî heman rewş heye. Welatiya bi navê Muhiye El-Fendî ku bi pismamê xwe Ehmed El-Fendî re zewiciye, girêdayî mijarê got ku zarokê wê di mêjiyê xwe de astengdar çêbûye û û dîwane bûye û ew neçar dimîne ku gelek caran di malê de girê bide.

Muhiye El-Fendî ji ber ku kurê xwe girê dide gelekî dilbiêş e û got ku di gund de gelek astendar hene û hemû di encama zewaca xizman de çêbûne.

Wedha El-Hemadî ku ew jî bi pismamê xwe Helo Silêman El-Helo re zewiciye, 3 keçên wê ker hatine dinê.

Cemîle Mûsa ku ew jî bi pismamê xwe Mihemed Mûsa re zewiciye, got ku astengdarî piştî 6 salan li zarokê wan diyar bûye û niha car bi car gêj dibe û dikeve xwarê û wan miqdareke mezin ji pereyan ji bo dermanê zarok xerc kirine, lê heta niha tu encam wernegirtine.

Welatiyan bang li ciwanan kir ku bi xizmên xwe re nezewicin, ji ber ku sedema sereke ya van astengdaran zewaca xizman e û bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan di xwedîkirina zarokên wan ên astengdar de bikin.

ANHA