Şêniyên Efrînê: Dewleta Tirk berhema zeytûnê desteser dike

Şêniyên Efrînê da zanîn ku artêşa Tirk û çete, zeytûnên wan desteser dikin û radestî meclisên xwe dikin. 

Şêniyên Efrînê: Dewleta Tirk berhema zeytûnê desteser dike
25 îlon, 2018   06:02

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Bi nêzîkbûna mewsîma berhevkirina zeytûnan li kantona Efrînê, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê dest danî ser darên zeytûnan û hilberandina wê radestî meclisên xwe kir. Ev kiryar bi daxuyaniya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê piştrast bû.

Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên welatiyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, girtin. Şêniyan nerazîbûnên xwe li hemberî kirinên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê anîn ziman. Her wiha tekez kirin ku bi tu awayî van kirinan qebûl nakin.

Welatiyê bi navê Selahadîn Bîlal ê ji gundê Çençeliya yê herêma Racoyê, diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê mal û milkên wî desteser kirine û wiha domand: “Piştî talankirina malê min niha jî dest danîn ser zeytûnan û radestî meclisa ku bi xwe avakirine, dikin.”

Her wiha Selahadîn destnîşan kir ku piştî ku darên zeytûnan bi dehan salan mezin kirine û niha jî artêşa Tirk dar desteser kirin.

Welatiya bi navê Merûş Reşîd Kilkewî komploya ku di encamê de Efrîn hat dagirkirin şermezar kir û wiha got: “Binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin derveyî exleq in. Bêdengiya navdewletî ya domdar van binpêkirinan rewa dike.”

Her wiha Merûş bang li rêxistinên navdewletî kir ku mudaxele bikin.

Têkildarî heman mijarê welatiya bi navê Ferîde Umer destnîşan kir ku artêşa Tirk ne tenê malên wan talan kirin, lê belê berhema zeytûnê jî desteser kirin. Her wiha Ferîde tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker 300 darên zeytûnê yên wê qut kirine.

(şx)

ANHA