ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.09.2018
25 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Abdulrehman Xelef Mihemed ê di Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bibû li goristana Şehîd Dijwar vedişêrin. Li Kobanê jî ji bo 3 cangoriyên azadiyê sersaxiyê tê xwestin. Her wiha li Girkê Legê û Çil Axa jî ji bo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Sefo û Diyar Yûif jî konê sersaxiyê tê vegirtin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- PYD‘ê bi wesîleya salvegera 15‘emîn a damezirandina partiyê li navçeyên Hol û Şedadê yên kantona Hesekê  rêzecivînan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd bi boneya vekirina dibistanan li kampa Serdemê aghingekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şêniyên Efrînê diyar kirin ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker newsimên zeytûnan talan dikin û radestî meclisên ji aliyê dagirkeran ve hatiye avakirin, dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mihemed Naso Beko û Hesen Ehmed Hesen ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine diyar dikin nuqteya destpêkê ya têkoşîna wan bi dîtina Ocalan re dest pê kir û destnîşan kirin sîstema li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêkanîn berhemên ramanê Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Têkiliyên Amerîka û Tirkiyê di demên dawîn de gihiştin radeya qutbûnê, ferzkirina bace û cezayan, her wiha qedexekirina rêwîtiya di navbera herdu welatan de. Ev têkilî sedemên xwe pirsgirêkên ji beriya 15 salan ve ku li ser kombûne ta bi xetimandinê ve bi encamp dibe. (BI WÊNE).

JIN

- Dayika bi navê Xalsa Ehmed ev çend sal e giya û şînberan dixe nava hev û dermanên kurdewarî çêdike. Xalsa niha amadekariya nivîsandina pirtûkekê der barê dermanên kurdewarî de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê bi dirûşma "Ji bo rizgarkirina Efrînê bi piransîpên Netewa Demokratîk têdikoşin" rêzeçalakiyên hunerî li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê dane destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şirketa Arta Fîlim a Siwêsrî amadekariyên filmekî li ser şoreşa jin a Rojava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê bê navber xebatên xizmetguzariyê didomîne.

-Li gel xemsariya rêxistinên tenduristî yên navdewletî , Heyva Sor a Kampa Eyn Îsayê xizmeta nexweşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundê Temîm ê başûrê navçeya Til Hemîsê ji ber zewaca xizman, bêtirî 30 zarokên astengdar çêbûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên gundên li ser riya siyasî bi însyatîfa xwe barê şaredariya Til Hemîsê sivik dikin û rêyên xirabûyî sererast dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA