Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin

Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hate oxirkirin. Di merasîmê nasnameya gerîlaya YJA-Star Canda Sosin hate ragihandin.

Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Egîd Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
24 îlon, 2018   17:17

KOBANÊ

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê, şervanên YPG û YPJ‘ê cenazeyê şervanê YPG‘ê Egîd Xelîl (Egîd Kobanê) yê li dema erka xwe ya leşkerî pêk di anîn şehîd bibû,  bi merasîmeke girseyê li goristana Şehîd Dicle hate veşartin. Di merasîmê de, nasnameya gerîlaya YJA-Starê Rojîn Hemê ya ku li Qendîlê şehîd bibû hate aşkerekirin.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve dest pê kir.

Paşê bi navê Desteya Parastinê  Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbata şehîd Egîd re xwest û got, Egîd ne şehîdê yekem ê malbatê ye û tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta rizgarkirina tevahî xaka welat.

Di merasîmê de her wiha endamê Meclisa Kantona  Kobanê Faris Etê jî axivî û ev tişt got: "Bi şehadeta her şehîdekî erk û peywira min zêde dibe, lewra divê em li hemberî şehadeta wan têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên bi xwîna wan hatine qezenkirin biparêzin."

Dayika şehîd Egîd Semîra Xelîl û birayê şehîd Canda Sosin  Delîl diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û soza şopandina xeta wan nû kirin.

Nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanên YPG‘ê derbestê şehîd Egîd hilgirtin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(hh/hk)

ANHA