Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê: 2 çete hatin kuştin

YPG`ê da zanîn ku çalakiyên yekîneyên wan li dijî artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. YPG`ê tekez kir ku di du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê: 2 çete hatin kuştin
24 îlon, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyek nivîsikî weşand û da zanîn ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê yekîneyên YPG`ê li hemberî  artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên xwe didomînin.

YPG`ê diyar kir ku bi çalakiyên ku li navçeyên Cindirêsê û Raco hatiye kirin de, 2 çete hatin kuştin û 3 çete birîndar bûn.

YPG`ê anî ziman ku di roja 23’ê Îlon’ê de hêzên wan li ser rêya di navbera Efrîn û Raco de li hember koma çete ya bi navê Ehrar El-Şerqiye çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 3 çete brîndar bûn.

YPG`ê destnîşan kir ku di roja 24’ê Îlon’ê de yekîneyên wan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li hember koma çete ya Feylaq Şam çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û navê çeteyê ku hatiye kuştin jî wiha ye: Mihemed Ehmed El-Casim ku bi eslê xwe ji Helebê ye.

(kc)