'Divê partî û Rêveberiya Xweser çalakiyên xwe ji bo Ocalan zêde bikin'

Welatiyên Qamişlo bang li partiyên kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava kir ku çalakiyên xwe ji bo Ocalan zêde bikin.

'Divê partî û Rêveberiya Xweser çalakiyên xwe ji bo Ocalan zêde bikin'
24 îlon, 2018   09:33

COMERD ŞÊXO – ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Ev bêtirî du sal e hikumeta Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî hişk tecrîd kiriye. Hikumeta Tirkiyeyê di van demên dawî de biryar da ku heta 6 mehên din serdana Ocalan neyê kirin. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmaz ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku hikumeta Tirkiyeyê bi van tedbîran hewl dide rêbazekê ji derqanûniya xwe re peyda bike.

Girêdayî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo kirinên Tirkiyeyê der heqê Ocalan de bi tundî şermezar kirin û bang li sazî û rêxistin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê kir ku xebat û çalakiyên xwe ji bo azadkirina Ocalan zêde bikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê hemû qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan binpê dike û der heqê Ocalan de rêbazên herî qirêjî dide meşandin û wiha got: "Em tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexekirina serdanên malbat û parêzerên wî bi tundî şermezar dikin."

Mihemed Hisên diyar kir ku divê gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê û hemû saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî asta têkoşîna xwe ji bo ku dawiyê li tecrîdkirina Ocalan bînin, bilindtir bikin.

Fehîme Çerkez ku kurekî wê ev 8 sal e di girtîgehên Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku dewleta Tirk tu girîngiyê nade mijara mafên mirovan û got ku dê têkoşîna xwe li gorî fikr û felsefeya Ocalan berdewam bikin. Fehîme Çerkez bang li aliyên têkildarî mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin.

Fehîme Çerkez diyar kir ku Ocalan banga azadiya hemû gelên bindest dike û got ku Tirkiye ji felsefeya Ocalan ditirse û ji ber vê yekê hewl dide Ocalan ji gelên herêmê dûr bixe.

Fehîme Çerkez bang li hiqûqnas û aliyên mafên mirovan kir ku tecrîdkirina li ser Ocalan bi dawî bikin û bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo azadiya Ocalan asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Newaf Hisên diyar kir ku dewleta Tirk û ji sedan salan ve hewl dide gelê Kurd tune bike û wiha got: "Divê li hemberî van siyasetên Tirkiyeyê gelê Kurd hevgirtina xwe xurt bike û tecrîdkirina li ser Ocalan bi dawî bike. Bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan welatiyên herêmê azad dijîn û bi zimanê xwe yê dayikê tên perwerdekirin."

Newaf Hisên di dawiyê de got ku divê dewleta Tirk baş bizanibe ku tu carî gelên azadîxwaz ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên cudakirin û li gorî fikr û felsefeya wî têkoşîna xwe didomînin. Divê dewleta Tirk baş bizane ku tu carî gel ji daxwaza azadkirina Ocalan paşve venagere.

ANHA