Li Rûsyayê serokê opozîsyonê dîsa hate girtin

Serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksî Navalny îro piştî ku ji girtîgehê derket ku cezayê xwe yê 30 rojan ji ber xwepêşandana bêdestûr qedand, careke din hate ragirtin.

Li Rûsyayê serokê opozîsyonê dîsa hate girtin
24 îlon, 2018   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokê opozîsyona Rûsyayê Aleksî Navalny, Kîra Yarmîş li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku Aleksî Navalny li derveyî navenda girtinê careke din hate ragirtin û ber bi navenda asayîşê ya Moskovê ve hate birin.

Yarmîş destnîşan kir ku ew careke din bi binpêkirina mijara xwepêşandanê hatiye tawanbarkirin û dê nêzî 20 rojên din were girtin û dê hewaleyî dadgehê were kirin.

Navalny bi tawanbariya birêxistinkirina xwepêşandaneke bêdestûr di 28'ê Çileya borî de 30 rojan hate girtin. Navalny di van salên borî de xwepêşandanan organîze dike û helwesteke li dijî gendeliyê werdigire.

Di hilbijartinên serokatiyê yên Adarê de namzetiya wî hate qedexekirin û beriya nûkirina wîlayeta çaremîn a Pûtîn di Gulanê de, meha Hezîranê hate girtin.