Li Xaneqînê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Balafirên şer ên Iraqê bargehên çeteyên DAIŞ`ê yên li Xaneqînê bombebaran kirin. Di encamê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Xaneqînê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
24 îlon, 2018   08:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Iraqê duh şev baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên dikevin devera Çemê Elwen û bakurê rojhilatê Xaneqînê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên rayedaran parvekirî di êrîşa hewayî de 6 çete hatine kuştin.

Li aliyê din duh şev çeteyên DAIŞ’ê êrîş gundê Kerîm Dawid ê Xaneqînê kiribûn. Li ser bersivdayîna welatiyan şer qewimî bû. Li ser berxwedana gel çeteyên DAIŞ’ê neçar mabûn ku birevin.

(kc)