Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine

Şaredariya Gel a Rojava ya bajarê Qamişloyê piraniya projeyên xizmeguzariyê beriya hatine zivistanê bi dawî kirin. Tê payîn ku şaredarî xebatên qîrkirina rêyên taxên rojava beriya zivistanê bi dawî bike.

Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
Şaredariya Gel hemû tedbîrên zivistanê giritine
24 îlon, 2018   07:55

IBRAHÎM EL-EHMED - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Di zivistana borî de li seranserê herêmên Bakurê Sûriyeyê gelek baran barî. Di encamê de û ji ber telefbûna binesaziya kanalîzasyonê li piraniya herêman lehî rabûn.

Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan di zivistana bê de, Şaredariya Gel a Rojava ya bajarê Qamişlo gelek proje û xebatên xizmetguzariyê di vî warî de pêşkêş kirin. Şaredariyê binesaziya kanalîzasyonê ya taxên rojava yên bajêr wekî taxa El-Hîlaliyê, El-Kornîş, El-Hezam û gundê Hîmo sererast kir. Her wiha gelek rêyên sereke ku tevgera wesayîtan di zivistanê de asteng dikir, sererast kirin.

Têkildarî vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Rojava ya Qamişloyê Ebdilehed Îshaq axivî û destnîşan kir ku şaredariyê gelek proje di havînê de pêk anîne û xebatên xizmetguzariyê ji sererastkirina binasaziya toreyên kanalîzasyonê û rêyan bi cih anîne.

Ebdilehed Îshaq diyar kir ku şaredarî toreyên kanalîzasyonê li deverên ku bi hewcedariya sererastkirinê ne, xebat dimeşîne. Her wiha destnîşan kir ku lêçûna van xebatan gihaşt 10 milyon lîreyên Sûriyeyê. Îshaq tekez kir ku hê jî xebat berdewam e û tê payîn ku di zivistanê de temam bibin.

Şaredariyê xizmetê pêşkêşî deverên ku hatine paşguhkirin dike

Îshaq destnîşan kir ku herêmên wekî taxa El-Kornîş devera di navbera Komîna Şehîd Serhed û Şehîd Abdulqadir de di dema rêjîma Sûriyeyê de hatibû paşguhkirin. Ji ber wê û ji bo peydakirina pêwîstiyên welatiyan, şaredariyê toreyên kanalîzasyonê li deverê dirêj kirin.

Her wiha Îshaq tekez kir ku şaredarî xebatên sererastkirina rêyên ku ava baranê lê kom dibû, paqijikirina toreyên kanalîzasyonê û rêgaran li taxên Rojava yên bajarê Qamişlo didomîne.

Bicihanîna hin projeyên bedewiya bajêr

Di çarçoveya paqijkirin û bedewkirina bajarê Qamişloyê de, şaredariyê peyare û navendên rêyan li taxên El-Kornîş û El-Hezam boyax kirin. Çerxerêya Stadgeha 12’ê Adarê û Şehîdên Efrînê li taxa El-Kornîş restore kir.

Her wiha Ebdilehed Îshaq destnîşan kir ku Şaredariya Gel a Rojava ya Qamişlo hewl dide projeya rêyên ku taxan bi hev ve girê didin û rêyên ku şênî bi kar tînin û nahitne çêkirin, bi kevirên şikandî bi cih bîne.

Ji bo rêya têketina bajarê Qamişlo ji aliyê rojava ve Îshaq diyar kir ku şaredarî ji bo sererastkirina rê bi Şirket Zagros koordîne kiriye.

Di dawiyê de Ebdilehed Isaq destnîşan kir ku hindek astengî û şaştî di xebatên wan de derketine, lê ew hemû derbas kirine, xebatên xwe didomînin û tê payîn ku beriya zivistanê hemû xebat bi dawî bibin.

(şx)

ANHA