Xebatên Buroya Jinan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Reqayê

Seroka Buroya Jinan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Reqayê Sûad Xilo destnîşan kir ku partî hewl dide rola jinan di warê siyasî de xurt bike. Her wiha diyar kir ku divê hemû sazî rola jinan di hemû waran de aktîf bikin. 

Xebatên Buroya Jinan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Reqayê
24 îlon, 2018   07:48

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Jin bingeha civakê û di hemû waran de pêşeng in. Piştî şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê, jinan yekser bi rola xwe di hemû warên siyasî, leşkerî û civakî de lîst.

Bi avakirina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê re, jinan xwe di nav partiyê de birêxistin kir û gelek buroyên taybet li hemû bajar û herêman vekir. Rêjeya tevlêbûna jinan di pariyê de gihaşt ji sedî 50 li tevahiya Bakurê Sûriyeyê.

9 navendên partiyê li tevahiya Bakurê Sûriyeyê hene. Di her navendekî de buroyek taybet bo jinan heye. Têkildarî mijarê di hevdîtinek bi ajansa me re seroka Buroya  Jinan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Sûad Xilo axivî û destnîşan kir ku ji pêşîn xebatên partiyê avakirina nifşek jinan ku bi xebata jinan di warê siyasî de û karînên wê di hemû waran de bawer bin.

Sûad wiha domand: "Ji destpêka avakirna partiyê de ji 3 mehan ve, ji bo nasandina partiyê bi jinan em xebitîn û di vî warî de me gelek civîn û panel li dar xistin."

Her wiha Sûad destnîşan kir ku bi armanca pêşxistina jinan û çalakirina tevlîbûna wan di warê siyasî de ji bo hevdîtinan bi partiyên siyasî re dixebitin.

Di berdewama axaftina xwe de Sûad tekez kir ku divê jin di hemû sazî û yekitiyên jinan de rola jinan di warê siyasî de û hemû warên jiyan de xurt bikin.

Di dawiya gotinên xwe de seroka Buroya Jinan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Reqayê Sûad Xilo got ji ber binpêkirinên DAIŞ'ê der heqê jinan de jin lawaz ketine û ji mafê xwe xwendinê bê par mane, ji ber wê partî hewl dide dibistanên fêrkirina xwendin û nivîsandinê veke.

(şx)

ANHA