Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Armanca me xizmeta şêniyên herêmê ye

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen diyar kir ku armanca avakirina meclisê birêxistinkirina gel û pêşkêşkirina xizmetan ji gel re ye.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Armanca me xizmeta şêniyên herêmê ye
Meclisa Sivîl a Dêrazorê: Armanca me xizmeta şêniyên herêmê ye
24 îlon, 2018   08:26

HEMED EL-MUSTEFA - FEDÎ FARÛQ / DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîne û piştgiriya MSD`ê ya ku wek sîwana siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin, di 24`ê Îlona sala borî de hate avakirin. Meclis nûnerê şêniyên Dêrazorê di hemû waran de û di nav rêveberiya meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike.

Bi boneya salvegera avakirina meclisê ajansa me hevpeyvînek bi hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen re çêkir.

Di destpêka axaftina xwe de Leyla El-Hesen destnîşan kir ku li ser daxwaza şêniyan meclis hate avakirin, meclis hemû karûbarên şêniyan bi rê ve dibe, alîkarî û xizmetê ji şêniyan re pêşkêş dike û wiha pê de çû:“Me 322 dibistan li gundewarên rojhilat û rojava vekirin û 3 hezar û 968 derfetên kar ji mamosteyan re peyda kirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Leyla wiha got: “Me piştgirî da warê xizmetguzarî. Di vê çarçoveyê de şaredarî û meclis hatin vekirin ji bo meşandina karûbarên welatiyan û peydakirina pêdiviyên jiyanê. Ji ber ku şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin, me piraniya stasyonên ku zirar dîtine û kooperatîfên cotkaran li gorî derfetên heyî sererast kirin û vekir.”

Têkildarî proje yan jî planên pêşerojê Leyla wiha domand: “Ji bo peydakirina hemû pêdiviyên şêniyan di hemû warên jiyanê tenduristî, perwerdehî, çandinî û xizmet de em hewl didin projeya Qeneya El-Zer a ku bi hezaran hiktar av dide bi cih bînin.”  

Her wiha Leyla da zanîn ku ji bo bicihanîna projeyê li gel wan kadroyeke pispor heye.

Di dawiya axaftina xwe de Leyla El-Hesen spasiya şêniyên Dêrazorê, rûspî û şêxên êlên herêmê kir ji ber ku baweriya xwe bi meclisê anîne û rola wan di bicihanîna xebatên meclisê de destnîşan kir.

Tê zanîn ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê di Şerê Tunekirina Terorê de roleke sereke dilîze. Tevî meşandina xebatên xizmetguzariyê, piştgiriya pêngavê didomîne.

(şx)

ANHA