Li Zirganê Ermeniyek…

Omer Mardo ku bavê wî ji komkujiya Ermeniyan xilas bû, piştî 60 salan ji zarokên xwe re got ew Ermenî ne. Omer jî zivirî ser çanda xwe û zarokên xwe di mal de bi ziman û çanda wan mezin dike.

Li Zirganê Ermeniyek…
Li Zirganê Ermeniyek…
Li Zirganê Ermeniyek…
24 îlon, 2018   05:51

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker di sala 1915’an de li dijî gelê Ermen komkujî pêk anî. Di encam ê de milyonek û nîv kes hatin qetilkirin û bi 100 hezaran kes sirgun kirin. Ermeniyên ku nêzî sînorê Suriyeyê ji yên din bi şanstir bûn. Pir kêm jî ji ber komkujiyê xilas bûn. Malbata Mardo jî malbateke berfireh bû, li navçeya Riha Elîgorê dijiyan. Malbata Mardo li Elîgorê hatin qetilkirin, tenê bavek û sê kurên wî ku temenên wan 5 mehî, yên din jî di navbera 2-3 saliyê de ji bo ku ji mirinê xilas bibin, dikevin ser rêya Sûriyeyê. Yek ji wan ê herî mezin di rêyê de winda dibe. Heta niha jî kurê mezin winda ye. Bav û du kurên xwe tên Kobanê.

Ji ber ku dema zarok û bavê xwe ji ber komkujiyê reviyan temenê zarokan pir biçûk e, ew navê xwe yê rastî nizanin, bavê wan jî qet qala komkujiyê ji wan re nekiriye. Navê bav Usib Mardo ye. Piştî bav û her du kur tên nava misilmanan, navên wan diguherin û bav qet qala komkujiyê ji zarokên xwe re nake. 

Yek ji wan kuran Elî ye. Elî di maleke Ereb ku jê re dibêjin Neêmî, mezin dibe. Ew bi çanda Ereban û ola misilmanî mezin dibe. Dema ku digihîje temenê ciwaniyê malbata misilman ji wî re dibêje “tu Ermenî yî, eger tu bixwazî vegere ser ola xwe”. Lê li gorî Elî êdî pir dereng e, ji ber ku ew di medreseyên olî yên misilmanan de dixwîne û êdî ew misilman e û Ereb e. Çar kurên Elî çêdibin, dema ku zarokên wî mezin dibin ew ji wan re dibêje “Hûn ermenî ne, di gel jinên Ermen bizewicin û vegerin ser çanda xwe”. Zarokên wî jî bi gotina bavê xwe dikin û bi jinên Ermen re dizewicin û di nasnameya xwe de “Ermenên kevn” dinivîsin.

Yek ji kurên Elî, Dr. Omer Mardo (39) ye. Piştî gotina bavê xwe Omer dizivire rastiya xwe û êdî dibe Ermen. Piştî wê xwe fêrî zimanê ermenî dike. Omer di sala 2000’an de diçe Ermenistanê. Li wir bijîşkiyê dixwîne. Omer li Ermenistanê bi jineke Ermen re dizewice û dizivire Sûriyeyê. Omer niha li Serêkaniyê ya kantona Hesekê dijî. 3 zarokên wan çêdibin. Navê zarokên wî Narik, Marîa û Hovsib in.

Omer di malê de bi zarokên xwe re  bi ermenî diaxive. Omer bi xwe re ji Ermenistanê pirtûkên ermenî yên ji bo zarokan tîne û zarokên xwe jî fêrî xwendin û nivîsandina ermenî dike. Ji bo zarokên wî rastiya xwe ji bîr nekin, ew zarokên xwe di mal de perwerde dike.

Omer dibêje dema bavê wî ji wî re got “tu Ermen î” ew kêfxweş bû û wiha axivî:  “Niha 400 malbatên Ermen li Zirgan hene û hemû bûne misilman û çanda xwe winda kirine. Lê em çanda xwe didomînin û zarokên xwe jî bi çanda xwe mezin dikin. Em winda nebûn. Karê min li Zirganê ye. Ez bijîşk im. Dibistanên ermenî li Hesekê hene. Lê ez zarokên xwe di mal de fêr dikim. Zarokên me diçin dibistana kurdî. Ew dikarin bi erebî, kurdî û ermenî biaxivin.”

 ‘Piştî şoreşê em azad bûn’

Li ser pirsa me ya ‘we qet nefikirî bizivirin Ermanistanê?’, Omer got ku ew li vir mezin bûne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em fêrî vir bûne, kesên ku em nas dikin, li vir in. Em li vir kêfxweş in. Destpêkê me pir zehmetî dikişand, zilm li me dikirin. Ji me re digotin ‘ev Ermenî ne, her tiştê wan helal e’ gel em aciz dikirin. Me nediwêrî derkevin derve. Lê piştî şoreşê, di bin sîwana Rêveberiya Xweser de em azad bûn. Em niha dikarin bi çanda xwe, baweriya xwe û rengê xwe bê tirs bijîn.”

ANHA