Di şerê li Xezayê de ciwanek hate kuştin

Li rojhilatê Xezayê di navbera hêzên Îsraîlê û ciwanên Filîstinê de şer derket, di encamê de ciwanekî filîstinî jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Di şerê li Xezayê de ciwanek hate kuştin
24 îlon, 2018   06:12

XEZA

Di çarçoveya Meşên Vegerê de ku ciwanên filîstinî li ser sînorê Îsraîlê pêk tînin, ciwanan Wehdit Îrbek El-Leyliyê ku çalakiyan di seatên êvarê de li ser sînor pêk tînin, ava kirin.

Nûçegihanê ANHA'yê ji Xezayê ragihand ku ciwanê bi navê Dawûd Şitêwî (21) di çalakiyên Wehdit Îrbek El-Leyliyê de jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di şer de 20 kes birîndar bûn, rewşa birîndarekî giran e.

Nûçegihanê me da zanîn ku ji ber têkbirina “agirbesta” di navbera tevgera Hemas û li aliyê Îsraîlê de, komên filistinî careke din balonên şewitî ber bi îsraîliyên ku li Xezayê dimînin ve avêtin.

(jo)

ANHA