Wek şaneyek mêşa hingiv xwe birêxistin kirin

Piştî rizgarkirina QSD'ê bajarê Dêrazorê ji DAIŞ'ê meclisên xwe avakirin. Li gorî derfetên heyî xwe birêxistin kirin û hemû karûbarên xwe birêve birin. Di salekê de gavên pir mezin avêtin û gelek serkeftin di hemû waran de di serî de warên xedemî û civakî de bidestxistin.

 Wek şaneyek mêşa hingiv xwe birêxistin kirin
24 îlon, 2018   04:30

HEMED EL-MUSTEFA-FEDÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Bi boneya salvegera 1'emîn a damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazor ajansa me raporek berfireh li ser xebat û destkeftiyên ku meclisê di salekê pêk aniye amade kir.

Piştî rizgarkirina QSD'ê gelek herêm ji çeteyên DAIŞ'ê di Pêngava Bagera Cizîrê de, şêniyên Dêrazorê meclisek ji bo birêvebirina karûbarên herêmên rizgarkirî ava kirin.

Biryara dan ku çeranûsa xwe bi xwe diyar bikin

Li ser banga rûspî û şêxên êlê û çalakiyên sivîl ên bajêr civînek berfireh ji bo giftûgokirina rewşa herêmê û avakirina meclisek sivîl ji bo Dêrazorê hate lidarxistin, da ku ev meclis hemû herêmên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de hatin rizgarkirin bi rêve bibe. Di civînê de hemû çîn û kesayetên hemû pêkhateyên Dêrazor û gundewarên wê beşdar bûn.

Piştî gotûbêjên berfireh di nav bera beşdaran ve biryra avakirina Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate girtin. Di 24'ê Îlona 2017'an de Konferansa 1'emîn a damezirîner a Meclisa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin. Di konferansê de nûnerên MSD'ê, gelek rûspiyên êlan ji bajar û herêmên Bakurê Sûriyeyê,  çalakiyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di konferansê de 15 komîte ji bo rêberiya karûbarên herêmê bi awayekî rêxistinkirî û çalak hatin avakirin. Komîte ev in: Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Xedemî û Şaredariyan, Ewlehiya Hundirîn, Parastin, Ciwan û Werzîş, Jin, Şûnwar û Çand, Çandinî û Sewalkariyê, Aborî, Malbatên Şehîdan, Dada Civakî, Malî, Rêxistinên Karûbarên Mirovî, Birêxistinkirina meclisan û Komîteya Tenduristiyê.

Piştî konferansê yekser komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê xwe di nav civakê de birêxistin kir

Piştî pêşketinên mezin ên Pêngava Bagera Cizîrê ku di encamê de gelek herêmên gundewarên Dêrazorê hatin rizgarkirin û bi dijwarbûna şerên ku li herêmên di bin serweriyê DAIŞ'ê de rû dane, şêniyan wan herêman koçberî herêmên rizgarkirî bûn. Ji ber wê û ji bo pêşwazîkirina şêniyan peydakirina pêdiviyên wan Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kampa Ebû Xeşeb di 13'ê Cotmeha 2017'an de vekir. Di kampê de nêzî hezar û 500 malbat bi cih bûne. Meclisê bi sponseriya MSD'ê gelek xebatên xizmetguzariyê û alîkariyan ji koçberan re pêşkeş kir.

Birêxistinkirina civakê û avakirina 254 komîn û 15 meclis

Ji ber komîn tovika avakirina civaka demokratîk e, bi armanca birêxistinkirina hemû çînên herêmên Dêrazorê yên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê di destpêka 2018'an de komîn ava kir. Hejmara komînên ku hatine avakirin 254 komîn in.

Piştî avakirina komînan, ji bo xurtkirina zemîna rêxistinî ya civakê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê 15 meclis a komînên ava kir. Ji bo meclisan12 navend vekir û her wiha ji bo vekirina navendên din Meclisa Sivîl a Dêrazorê dixebite. Meclisê jî ji bo avakirna komîteyên taybet ji bo meclisên herêmî û hilbijartina hevserokatiya komînan xebat dimeşîne. Ev gav weke gavek dîrokî di dîroka herêmên Dêrazorê tê hesbandin. Di vê çarçoveyê de meclis piştî salek ji avabûnê, gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji herêma Ebû Xeşeb û heta herêma El-Şeqra û El-Cîa bi temamî birêxistin kir.

Aktîvkirina 3 nexweşxaneyan

Di warê tenduriostiyê de jî meclisê 3 nexweşxane li herêmên Dêrazorê aktîv kirin(Nexweşxaneya El-Kesrat a xeta rojava, Nexweşxaneya El-Besîra ya xeta rojhilat û Nexweşxaneya El-Cedîd a xeta rojhilat). Meclisê li gorî derfetên heyî kadroyên tenduristiyê, derman û alavên pêwîst ji nexweşxaneya re peydakir û pêşkeş kir.

Her wiha meclis gelek navendên tenduristiyê li gundewarên rojava weke navenda tenduristiyê Ebû xeşeb û Mihêmîde û li gundewarên rojhilat navenda tenduristiyê Ebû Hemam El-Tiyanê, Siwêdan,Cerzî rojava, El-Besîre, El-Sewir û Bestîn aktîf kir. Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo aktîvkirina navendên din dixebite.

Vekirina dibistanan

Xebatên meclisê di vir de nesekinîn. Lê belê xebatên xwe di çarçoveya perwerdekirina civakê de berdwam kir. Komîteyên girêdayî wê weke şaneyek mêşa hungiv xebitîn, gel bi rêxistin kirin, pêdiviyên rojane peyda kirin û li ser asta perwerde û fêrkirinê meclisê 322 dibistanên seretayî vekir. Her wiha ji bo biserxistina prosesa perwerdehiyê û ji bo perwerdekirina 108 hezar û 800 xwendekar, meclisê 3 hezar û 968 mamoste perwerde kir. Meclisê ne tenê mamoste amade kir lê belê hemû pêdiviyên dibistanan li gorî derfetên xwe yên heyî peyda kir.

Ji bo bicihanîna rêziknameya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li gorî rêgezên MSD'ê meclisê, rêveberiya dibistanên şaxî li navçe, bajarok û gundên girêdayî Dêrazorê ava kir.

Birêxistina jinan û çareseriya dozên wan

Di dema dagirkirina DAIŞ`ê ji herêmê re û beriya wê, jin ji aliyê perglên mêrdestiyê hatibûn çewisandin û ji hemû mafên xwe mehrûm mabûn. Lê piştî rizgarkirina herêmê û bi avakirina Meclisa Sivîl a Dêrazorê rola jinê diyar bû. Jinê hêdî hêdî rola xwe ya pêşeng di rêvebirina civakê de  di hemû warên siyasî, leşkerî û civakî de lîst. Cihê xwe di hevserokatiya meclis û komîteyan de girt. Her wiha Komîteya Jinan navendên xwe (Mala Jinan) li herêma El-Cizirat di 15'ê Sibatê de vekir û piştre li navçeya El-Kesrat, El-Dehle û herêma El-Besîre vekir. Her wiha Komîteya Jinan a herêma El-Cizirat zêdetirî 300 dozên girêdayî jinan çareser kir.

Xebatên Komîteya Jinan di vê çarçoveyê de ne sekinîn lê belê, komîteyê zêdetirî 100 komînên taybet bo jinan li herêmên gundewarên Dêrazorê yên rojava û rojhilat vekir. Her wiha komîteyê ji bo zanakirina jinan, belavkirina fikra netewa demokratîk û azadiya jinê gelek dewreyên perwerdê vekir.

Vekirina 8 şaredariyan

Meclisaq Sivîl a Dêrazorê ji destpoêka avabûna xwe de meşandin û pêşkeşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re da ber çavên xwe. Di vî warî de komîteyên xedemî û şaredariyan rolek mezin lîst. Meclisê gelek şaredarî vekir an jî restore kir weke şaredariya bajarokê El-Cizirat, şaredariya El-Keber, El-Kesrat, Mihêmîde, El-Besîre, El-Sewir, El-Şiêtat û şaredariya Xeranîc. Her wiha du navendên xedemî girêdayî El-Cezrî yê rojava û rojhilat vekir.

Ji aliyê xwe ve komîteyê 17 stasyonên hilmijên ava vexwarinê yên ku hatibûn talankirin aktîv kir. Û komîteyê stasyonên nû weke stasyona El-Kesrat, Mihêmîde bakur, El-Hîsan(Hesp) ava kir. Stasyonên gundewarên rojhilat restore kir û aktîv kir, weke stasyona Cedîd Egîdat û Cedîd Bikare, El-Dehlê, El-Besîre, El-Zir, El-Şihîl2, El-Hewayîc, Zîban, Tiyanê, Dernec, stasyona Cezrî ya rojava û rojhilat, Ebû Hemem, Keşkîke û Xeranîc.

Di warê paqijiyê de Komîteya Xedemî û Şaredariya gelek xebat meşandin. 197 hawiye yên paqijiyê û 47 erebeyên paqijiyê radestî şaredariyê gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê kir û her wiha gelek alavên xizmetguzariyê bi vê mebestê kirî kir. Geracek ji bo veguhestinê ji tirêmbêlên mezin vekir. Her wiha 6 firin li herêmên Dêrazorê weke firina El-Sewir, El-Hecne, El-Hirîciyê, El-Besîre û El-Kesrat vekir. Ji bo şopandina xebatên firinan komîteyê, komîteyek taybet bo çavdêriya karê firinan ava kir. Têkildarî mijara riyan, komîteyê riya ku herêmên rojhilat bi herêmên rojava girê dide bi dirêjahiya 170 km sererast kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê bi rêya Komîteya Çandinî û Sewalkariyê eleqedariyek mezin da vî warî. Komîteya Çandinî û û Sewalkariyê ji bo rêxistinkirina xebatên çandiniyê gelek beş ava kir. Weke Beşa Şêwira Sewaldaran, Beşa Kooperetîfan û Beşa Parastina Xwezayê û Daristanan.

Bi saya aramî û derfetan 70 hezar dinom zevî hatin çandin

Komîteyê Gerînendeya Çandiniyê li gundewarên rojhilat li herêma El-Besîre vekir. Her wiha komîteyê beşên pispor bi karûbarên çandiniyê û sewalkariyê li gundewarên rojhilat amade kir. Komîteya Çandiniyê  navenda çandiniyê li El-Sewir ava kir.

Komîteyê ne tenê xebatên avakirina navendan meşand lê belê cenaretor û kooperetîfên cotkaran li gundewarên rojava û rojhilat restore kir. li gundê Xeranîc 6, li Cezrî rojhilat 2, Cerzî rojava 2, El-Dehlê 2 û Ebû Hemam 1 cenaretor, hemî niha tên sererastkirin. Ji aliyê din ve li gundewarên rojava komîteyê 21 kooperetîfên cotkaran jinûve vekir. Jê kooperetîfa Cezra El-Mîlac, Bû Hemîd, El-Seiwa, El-Zexîr, Hiwayic Ziyab, Bû Mesa, Mihêmîde rojava, El-Tar û Sifîre jorîn û jêrîn.

Rûbara qadên zeviyên avî ji kooperetaîfên rojhilat û rojava gîha 70 dinom. Her wiha komîteyê bi rêya belgeyên teswîqkirinê prosesa teswîqkirina genim ber bi Hesekê û Reqayê ve hêsan kir. Hejmara kamyonên barkirî gîha 84 kamyon. Her wiha madeya mazotê bi buhaya 55 lîreyên Sîriyeyê ji her lîtrekî re û 80 ton semad li cotkaran belav kir.

Di warê sewalkariyê de aşleyên sewalan bi nirxên ji sûkê erzantir  li cotkaran belav kir. Her wiha komîteyek taybet bo fehskirina kalîteya aşleyan û dema wê hate avakirin.

Çareserkirina 90 dozên kevn û nû

Di warê civakî de Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê dûrî dadgehan, Komîteya Lihevanînî û Têkiliyên Giştî ava kir. Komîteyê beriya 4 mehan dest bi xebatên xwe kiribû. Komîteyê li gorî rêgezên civakê û razîbûna her du aliyên dozê, doz çareser dike.

Heta niha Komîteya Lihevanînê 90 dozên cuda li gorî urf û adetên herêmê çareser kiriye. Piraniya dozan, dozên kuştin, tolhildan ên nû û kevn, zewac û berdan, firotina zeviyan, mal û hwd. Komîteyê dozên ku bi razîbûnê nehatine çareserkirin veguhestiye dadgehê.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca rêxistinkirina ciwanan li herêmên Dêrazorê, meclisê rê li hember Komîteya Ciwanan vekir da ku bi erka xwe rabe û ciwanên herêmê birêxistin bike. Yekemîn Navenda Ciwanan li El-Cizirat hate vekirin. Ciwan hemû çalakî û xwepêşandinên ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tev li bûn û orgenîze kir.

Xebatên Meclisa Sivîl a Dêrazorê hê jî berdewam in. Bi taybet ji bo pêşwazîkirin û pêşkeşkirina xizmetan ji  koçberên bajarokê Hecîn re komîteyên meclisê dixebitin.

(şx)

ANHA