Gelo vê carê hinceta redkirina hevdîtina bi Ocalan re çibû?

Vê carê serlêdana hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hinceta cezayê dîsîplînê hate radekirin.

Gelo vê carê hinceta redkirina hevdîtina bi Ocalan re çibû?
21 îlon, 2018   12:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi navbeynkariya parêzerên xwe cara 94’emîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn hat redkirin.

Dozger heya niha bi hinceta Zagona Hêjmara 5275'an serlêdan red dikir, lê vê carê bi hinceta cezayê dîsîplînê yê ji bo Ocalan hatiye dayîn, serlêdan red kir. Dozger bi hinceta cezayê dîsîplînê ya di 14’ê Îlona 2018’an de li Ocalan hatî birin, serlêdana malbatê red kir.

Cezayê dîsîplînê ji malbat û parêzeran nehat ragihandin.

Serlêdana hevdîtinê ya ji bo girtiyên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Asaln ên bi navbeynkariya parêzerên xwe kirin jî bi heman hincetê hat redkirin.

Dozger, 93 caran serlêdanên malbatan bi hincetên “Keştî  xerabiye”, “Keştî di tamîrê de ye”, “Rewşa hewayê”, “Sînordariyên di çarçeoveya KHK’ê anîn” û “OHAL’ê” red kirin.